Sefîrê Bilind ê Ingilîstanê yê li Îranê Rob Macaîre bi hinceta ku xwendekarên zanîngehê ji bo çalakiyan teşwîq kiriye ji bo demeke kurt xistin nezaretxaneyê.

Li gorî ajansa nûçeyan a Tasnîmê, Sefîrê Bilind ê Ingilîstanê 11’ê Çileyê bi hinceta ku xwendekarên li pêşiya zanîngeha Amîr Kabîr a li Tehranê ji bo çalakiyê teşwîq kiriye hatiya binşavkirin û piştî çend saetan ji nezaretxaneyê hatiye berdan.

Wezîrê Karên Derve yê Îngilistanê Domînîc Raab daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, “Binçavkirina sefîrê me yê bilind ê li Tehranê bi rengekî eşkere binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye.”

Raab got, “Hikûmeta Îranê li ber biryardanê ye; ya wê bi tecrîda siyasî û aborî statuya xwe dewam bike, yan jî wê bi rêya dîplomatîk angaje bibe.”

Bi sedan xwendekarên li Tehranê ji bo bîranîna mirovên di qezaya balafirê de ya 8’ê Çileyê jiyana xwe ji dest dan, li zanîngeha Amîr Kabîrê li hev kom bûbûn. Ev çalakî veguherîbû çalakiya hêrsa li dijî desthilatdariyê.

Li gorî ajansa nûçeyan a Farsê xwendekaran afîşekî generalê Îranî Qasim Silêmanî çirandin ê ku di 3’ê Çileyê de ji aliyê DYE’yê ve hate kuştin.

 

TEHRAN