Şemsnejad, diyar kir ku Komara Îslamî ya Îranê 34 sal berê makezagonekî nû saz kir û di vê makezagonî de gelek xalên girîng hatin nîşankirin. Şemsnejad, destnîşan kir ku mînaka herî baş di madeya 15'an de ku dibêje "Perwerdekirina zimanê zikmakî yên din jî rewa û azad e" û madeya pişt wê ku dibêje "Li Îranê îşkencekirin qedexeye, Ereb, Belucî, Kurd û yên din wekhev in, çi maf hebe ji hemûyan re heye" hene. Şemsnejad, da zanîn ku di zagonan de ev jî tê gotin, "Her kesek li Îranê di hêla ramanê de gotina xwe de azad e" û li gor zagon dibêje "Hûn dikarin, panela çêbikin, konferans û bernameyên cûr bi cûr çêbikin û di van çalakiyan de jî dikarin azad biaxivin". Şemsnejad, "Ev hemû di makezagona Îranê de heye, lê di emel de, di pratîkê de pêşî lê tê girtin. Dibêjin ku dema hûn bixwazin bernameyekî çêbikin divê hûn werin ji dewletê destûr bigirin. Gel an jî sazî dema diçin destûrê digirin, destûrê duvedirêj dikin, agahî nadin, dem pir dirêj dixin navê û ew bername hêdî hêdî wateya xwe winda dike û nayê çêkirin.
Hincetên siyasî
Şemsnejad, anî ziman ku piranî dema saziyên Kurd bername an jî sazî ava dikin, ji bo venekin an jî bigirin, hincetên siyasî didin pêş û bi hincetên siyasî ve girê didin da ku karibin zû bigirin. Şemsnejad, li ser vê mijarî mînakekî jî da û wiha got: "Mînak par li Urmiyê Enstituya Çand û Huner a Ehmedê Xanî hebû ku ev deh sale hatiye saz kirin par hate girtin. Di nava vê demî de gelek konferans, li ser çand û hunerê xebatên pir xweş pêk tanî. Hinceta girtinê jî qaşo têkiliyên enstituyê bi rêxistinên derve re hebûye, kar û barên siyasî kiriye.
Cenazeyan nadin malbatan
Şemsnejad, derbarê darvekirina girtiyan jî agahiyên giring da û wiha got: "Girtiyên PKK û PJAK'ê 6 kes hikuma îdamê dane, lê nêzî 30 kesan jî cezayê 5 salan û jor de dixwazin lê hêjî darizandina wan berdewam dike. Miwekilekî min Elî Ehmed Silêman ku cezayê darvekirinê daneyê niha di Girtîgeha Urmiyeyê de ye rewşa wî ya tenduristiyê pir nebaş e, pir xetereye. Hinek jî muwekilên min salên çûyî hatin îdam kirin. Weke Hisên Xizirî, Hebibulah Gulperîpur û Riza Îsmaîl. Mixabin li Îranê li ser girtiyên PKK'ê û PJAK'ê hikumên darvekirinê hene. Heta niha kesên hatine darvekirin jî cenazeyên wan nedane malbatên wan."
Şemsnejad, bal kişand ser nepêkanînên bendên ku di qanûnan de hene û diyar kir ku di makezagona Komara Îslamî ya Îranê de madebingehên cur bi cur hene ku piştgiriya mafên kêmaran dikin û pêşî li her nîjadperestî û cihêtiyê digirin hene. Şemsnejad, wek e madeyan van mînakan da: "Bo mînak di madebingeha 19'an de makezagon wiha dibêje; 'Xelkê Îranê li her qewm û nîjadekê xwedî mafên hevpar in, bêyî bal kişandin li ser rengê post, nîjad û ziman ku qet nabin sedemên cihêtî û berjewendiyên taybet bo tu kesî'. Li ser vê bingehê yek li girîntirîn li wan mafan, mafê zimanî û çandî ye. Naçar etnîk û milet gere xwedî mafên wekhev di warê çandî û zimanî û wêjeyî bin. Her wiha benda 9 li madebingeha sêyemîn a di makezagonê de dewleta Îranê erkdar dike ku 'hemî tebîz û cihêtiyên narewa ji holê rake û îmkanên dadwerane li hemî makezagonê hatiye teqez kirin ku hemî kes, çi jin û çi mêr li bin siya zagonê wê werin parastin û gişt xwedî mafên; însanî, ramyarî, aborî, civakî û çandî bi berçavgirtina ehkamên Îslamî ne'. Ji ber hindê madebingeha 15'an makezagonê dibêje; 'sûdstandin ji zimanên etnîkî û navçeyî bi çapemenî û masmedyayan de û hînkirina wêjeya wan di dibistanan li kêleka zimanê farisî de azad û rewa ye'. Lê mixabin eva 34 sal e ku li vê madebingeha pêşkevtî derbas dibe ku piraniya namzetên Serokomariyê wek cenabên; Ehmedînijad, Arif, Serokomarê niha yê Îranê Hesen Ronahî, Mohsen Rizayî yek li diruşmeyên wan ê hilbijartinê, kiranîkirina vê madebingehê bûye. Lê mixabin tu hewildanên erênî di qada pratîkî de ji bo vê madebingehê nehatiye bicih anîn û her wiha hinek kes bi eşkereyî dijberî wê derdikevin." Şemsnejad, anî ziman ku di encamê de mirov nikare bibêje ku zagon û qanûneke bi hêz û kêrhatî li Îranê de heye ku perwerdekirina zimanê Kurdî û zimanên din pêk bîne.
DÎHA /COLEMÊRG