Li çiyayê Demawend ê nêzî Tehranê, ciwanên ji Rojhilatê Kurdistanê daxuyaniyek da û tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir.  Komek ji ciwanên ji Rojhilatê Kurdistanê ji bo çalakiyê çû serê çiyayê Demawend ê nêzî li Tehranê, ku yek ji bilindtirîn çiyayên Îranê ye û tecrîdkirina li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir.

Ciwanan li ser çiyayê Demawend wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alayên PJAK'ê daliqandin. Li vir ciwanan daxuyanî da û destnîşan kir, ku eger Îran tevî dewleta Tirk li dijî Kurdan bikeve nava hewldaneke hevpar, ev yek wê bibe felaket.

Ciwanan xwe weke endamên Tevgera Ciwanên Apoyî da nasîn, tecrîdkirina Ocalan rûreş kir û Şoreşa Rojava jî silav kir.


  ANF/TEHRAN