Li Iraqê xwepêşandanên ji ber gendelî û bêdadiyê dest pê kirin mezin dibin. Heta niha bi kêmanî 44 kes hatine kuştin. Tê gotin, birîndar bûne hezar.
Xwepêşandanên li bajarên Iraqê dewam dikin. Hejmara xwepêşandarên hatine kuştin gihîşt 44 kesî. Li gelek bajarên Iraqê rewşa awarte serwer e û xetên înternetê hatine qutkirin. Ji her beşê çînî û mezhebî mirov di nava xwepêşandanan de cih digirin.
Desteya Mafê Mirovan a Iraqê ragihand, hêzên ewlekariyê yên Iraqê şîdetê li dijî xwepêşanderan bi kar tîne. Her wiha di daxuyaniyê de hate gotin, li parêzgeha Misyan û Zîraqê 4 xwepêşander hatin kuştin.
Desteya Mafê Mirovan a Iraqê diyar kir ku hejmara xwepêşanderên bi guleyên hêzên dewletê hatine kuştin gihîştiye 44 kesan, li derdora 1000 kesî jî birîndar bûne û birîna beşekê ji wan jî giran e.
Balyozxaneya Emerîka ya li Bexdayê doh daxuyaniyek da û ji welatiyên Emerîkayê xwest ku seferê ji bo Iraqê nekin. Wezareta Derve ya Îranê jî bi daxuyaniyekê eşkere kir ku wan serdanên ji bo Kerbelayê yên ji bo şîna Îmam Hûseyîn heya herêm aram bibe, rawestandine.
Otorîteya dînî ya bilind a Iraqê Ayetûllah Alî Sîstanî destek da tevgera protestoyî ya li Iraqê ku ev çar roj in didome û bang li rayedaran kir da ku bersivê bidin daxwazên çalakgeran.
Daxwaz rewa ne
Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî li ser bûyeran anî ziman ku daxwazên xwepêşandêran rewa ne, lewre ew ê hewl bidin pirsgirêkên malî, siyasî û civakî çareser bikin. Ebdulmehdî diyar kir ku hinek derdor dixwazin xwepêşandêran ji bo hilweşandina dewletê bi kar bînin, lê ew destûrê nadin vê yekê û got, “Em gendelkaran û kesên niyeta wan nebaş efû nakin. Hinek alî dixwazin xwepêşandêran ji bo hilweşandina dewletê bi kar bînin. Ev niyet di dirûşmeyên hinek xwepêşandêran de derdikeve holê.”
Îranê derî vekirin
Deriyê Sînor ê Xosrewî (Manzeriye) ku ji aliyê Îranê ve roja çarşemê (2 cotmehê) hatibû girtin, doh careke din hat vekirin.
Serokê Biryargeha Erbeîn a Îranê Cefer Himetî derbarê mijarê de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku Deriyê Xosrewî şeva çarşemê ji ber xwepêşandanên li Iraqê hatibû girtin, lê careke din hatiye vekirin û geştiyar dikarin derbas bibin. Piştî ku li gelek bajarên Iraqê xwepêşandan hatin lidarxistin, dewleta Îranê jî 3 deriyên sînor ê bi Iraqê re girtin û bi vî awayî niha hersê derî dîsa vekirîne.
NAVENDA NÛÇEYAN