Li Iraqê bi hefteyan e li dijî hikumetê xwepêşandan têne kirin û bîlançoya van xwepêşandanan giran dibe. Di xwepêşandanan de bi sedan kes hatin kuştin û nêzî 6 milyar dolar xisar çêbûye.
Ji ber greva giştî ya mamosteyan a li Iraqê li başûrê Iraqê dibistan û zanîngeh girtî man. Hikumetê zexta li çalakgeran zêde kir.
Tevî banga hikumetê ya ji bo “vegera li jiyana asayî” û tundiya di dema xwepêşandanan de, çalakiyên şermezarkirinê yên ji bo guhertina çîna siyasî û sîstema hikumetê ya nû didomin.
Li gorî bîlançoya fermî ji 1’ê Cotmehê ve 319 kes di dema xwepêşandanan de jiyana xwe ji dest dan. Li bajarê Kûtê Sêşemê bi sedan kes daketin qadan û dibistan û saziyên rêveberiyê girtî man.
Li bajarê Hîllayê jî ji ber greva mamosteyan dibistan nehatin vekirin. Saziyên rêveberiyê jî dema xwe ya kar kêm kirin.
Li bajarê Nasiriyeyê piştî ku du çalakger şeva Duşemê hatin kuştin piraniya saziyên li wî bajarî girtî man.
Li nêzî qada Tehrîrê ya paytext Bexdayê jî hêzên dewletê êrişî ciwanan dikin.
Paytext Bexda jî di navê de li bajarên Kerbela, Necef, Zîkkar, Basra, Mûssena, Mîssan, Dîvaniyê û Nasiriyê yên ku Erebên Şîî lê dijîn, ev çend hefte ne, li dijî hikumetê xwepêşandan tên kirin.
ANF/BEXDA