Cara yekem e ku di dîroka Iraqê de, jineke Kurd bawernameya pîlotiyê digire ku ev jina ciwan jî ji bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê ye.  

Yekem car e ku jineke Kurd li Iraqê bawernameya pîlotiyê digire. Wertî Ebûbekir Elî sala 1991’ê li Silêmaniyê ji dayîk bûye. Wertî niha bûye pîlota firokeyeke cûre BOEING ya 737 a rêwiyan ya di navbera Bexda û Silêmaniyê de, seferê dike.

Wertî, di dîroka Iraqê de yekem jina Kurd e ku bawernameya pîlotbûyînê werdigire.  Wezareta Vegûhestinê ya Iraqê Jina pîlot li Danîmarkayê daye xwendin û kiriye ku fêrî firokevaniyê bibe. 


 SILÊMANÎ