Ev 6 roj in li Iraqê xwepêşandan dewam dikin. Di xwepêşandanan de, heta niha 100 kesan jiyana xwe ji dest da, zêdetirî 4 hezar kes jî birîndar bûn. Li aliyê din xwepêşandan li bajarên Bexda û Dîwaniye jî, berdewam dikin. Li navenda Bexdayê ji ber mudaxeleya hêzên dewletê tê gotin kesek hatiye kuştin, 30 kes birîndar bûn. Li Dîwaniyê jî xwepêşandan li taxa Hirûbey a li navenda bajar berdewam dikin. Di bûyerên li vir de jî kesekî jiyana xwe ji dest da, 10 kes jî birîndar bûn. Hikûmeta Iraqê ji bo çareserkirina pirsgirêkên bêkarî û daxwazên xwepêşandanan, gelek biryar ji raya giştî re eşkere kirin. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Iraqê, di civînê de gelek biryar hatine girtin. Li gorî ajansê hinek biryarên hatine girtin wiha ne:

1- Rê bê vekirin ku welatiyên feqîr karibin ji bo xwe erd peyda bikin. Ji bo vê yekê serlêdanên welatiyan bên qebûlkirin.

2- Li Besrayê di nava 4 hefteyan de 17 hezar perçeyên erd li welatiyên feqîr bên belavkirin.

3- Li tevahiya parêzgehan, lê bi taybetî li parêzgehên ku welatiyên hejar zêde ne, wê 100 hezar xanî ji bo welatiyan bên avakirin.

4- Ji bo kesên ku nikarin kar bikin, wê li parêzgehan derfetên kar bên peydakirin û li nava bazaran dikanên biçûk ên gerok (Bufe, kabîne) bên dayîn.

5- Bi armanca çareserkirina pirsgirêka bêkariyê, Wezareta Bergiriyê (Parastinê) wê ji nava ciwanên di navbera 18 û 25 saliyê de, yên dixwazin bigire kar.

 

 BEXDA