Hikûmeta Efxanistanê ragihand ku êriş li dijî buroya namzetê cîgirê serok a li paytext Kabîlê, Emir Ellah Salih pêk hat û di êrişê de 20 kes hatin kuştin, 50 kes jî birîndar bûne.

Duh buroya namzetê nûnertiya cîgirê serokê Efxanistanê ya Kabîlê rastî êrişekê hat. Di êrişê de Emir Ellah Salih ê ku ji bo nûnertiya cîgiriya serok bû namzet, birîndar bû. Di êrişê de 20 kes hatin kuştin û 50 kesên din jî birîndar bûn. Li gorî Skynewsê, Wezareta Karên Hundir diyar kir ku ji xwekujekî, hêzên Efxan 3 çekdarên bi ser buroya Salih de girtin, kuştine. Berdevkê Wezareta Karên Hundir got, operasyonê 6 saetan dewam kir û tê de 150 sivîl hatin rizgarkirin. Hilbijartinên serokatiyê divê di 28`ê Îlonê de werin lidarxistin, lê rewşa welêt di hemû waran de ji ber êrişên rojane yên tevgera Talîban û çeteyên DAIŞ`ê yên li dijî hêz û karmendên hikûmetê û sivîlan ne aram e.

KABÎL