EHMED MIHEMED / ANHA / HESEKÊ

Rêveberiya kampa Holê bi armanca pêşkêşkirina xizmeta tenduristiyê  amadekariyên vekirina 3 nexweşxaneyan dike. Kampa Holê 45 kîlometreyan dûrî rojhilatê kantona Hesekê ye û zêdetirî 73 hezar penaber û koçber lê dijîn.

Rêveberiya kampa Holê ya girêdayî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hevkariya hindek komele û rêxistinên navdewletî hewl dide di aliyê tenduristî û xizmetguzarî de li kampê hin projeyan bi pêş bixe. Ji ber hejmara zêde ya niştecihên kampê, rêveberiya kampê bi desteka komeleyên tenduristiyê yên herêmî yên mîna Heyva Sor a Kurd û Rêxistina Mar Yaqûb 3 nexweşxaneyên meydanî vedike. Xebatên amadekirina nexweşxaneyan gihiştiye qonaxên dawî.

Tevahiya beşên tenduristiyê hene

Li ser mijarê Hevseroka Kampên Herêma Cizîrê Macîde Emîn pêyivî û got, ”Armanc ji avakirina nexweşxaneyan, peydakirina xebatên tenduristiyê, sivikkirina zextê li ser nexweşxaneyên kantona Hesekê ye. Di her nexweşxaneyekê de dê 30 nivîn, tevahiya beşên tenduristiyê wê werin peydekirin.”