Dr. Ghafouri: Zarokên ku ji ber destdirêjiya çeteyên DAIŞ‘ê ji dayik bûn, dema bê dibe ku rê li ber pirsgirêkên mezin veke. Em qala yek an jî du zarokan nakin. Herî kêm 500 zarok di vê rewşê de ne.

MÛRAT KÛSEYRÎ / ANF/STOCKHOLM

Dr. Nemam Ghafouri bi navê Heyva Sor du hefteyan ji bo rewşa jin û zarokên Êzîdî bişopîne çû Kampa Holê a rojhilatê Firatê. Dr. Ghafouri der barê rewşê de hişyar kir û got, zarokên ku ji ber destdirêjiya çeteyên DAIŞ‘ê ji dayik bûn, dema bê dibe ku rê li ber pirsgirêkên mezin vekin. Dr. Nemam Ghafouri, li saziyeke bi navê “Joint Help for Kurdistan” ya ji bo alîkariya bi jinên Êzîdî re bi dilxwazî dixebite. Dr. Ghafouri, bi navê Heyva Sor 2 hefteyan li Kampa Holê ma û piştre vegeriya Swêdê. Ghafouri li Pirtûkxaneya Kurd a li Stenbolê, di semînerekê de çavdêriyên xwe vegotin. Dr. Ghafouri ragihand ku wê 5 salan li kampên penaberan ên li Iraq û Sûriyeyê doktorî kiriye, lê belê kampa Hol di nava yên dîtî de, kampa penaberan a herî xerab e.

Bi zarokên Êzîdî re elaqedar nabin

Dr. Ghafouri diyar kir ku pirraniya yên li kampê dimînin, jin û zarokên piçûk in û got; ”Bi hezaran jinên Êzîdî yên li wê derê hatine jibîrkirin û nikarin alîkariyê wergirin.Rewşa zarokên Êzîdî li gorî ya zarokên din gelek xirab e. Neteweyên Yekbûyî bi zarokên Ereb, welatên biyanî jî bi zarokên ji welatên wan çûyî re elaqedar dibin. Lê belê kesek bi zarokên Êzîdî re elaqedar nabe.”

Travmaya Jinên Êzîdî

Dr. Ghafouri bi rêya dîmen û wêneyên li Holê, li ser rewşa jiyanê ya Êzîdiyên li kampê agahî da: ”Hejmara gorên komî yên Êzîdî lê hatine veşartin, bi yên dawî re gihîştiye 80’yî. Gorên komî tên vekirin û hewl tê dayîn qurbanî bên eşkerekirin. Ev yek ji bo jinên Êzîdî travmayeke nû ye. Jinekê dît ku hestiyên çar birayên wê li çar kîsan hatine bicihkirin. Yeke din jî dît ku hestiyên bavê wê û birayê wê yê biçûk li kîsan hatin bicihkirin. Di rojên destpêkê yên êrişên DAIŞ’ê de hezar û 293 Êzidî hatin kuştin. Hîna jî 3 hezar winda ne.”

Her kes bi van zarokan diêşe

Dr. Ghafouri di dawamê de bal kişand ser zarokên ku ji ber destavêtina çeteyên DAIŞ‘ê ji dayik bûnê û got; ”Ev zarok niha û dema bê, dibe ku rê li ber pirsgirêkên mezin ên civakî vekin. Beşek ji van dayikan ji bo tiştek bi serê zarokên wan neyê, çûn Idlibê. Ev yek rewşeke gelekî giran e ji bo her kesî. Tiştekî xwezayî ye ku jin xwedî li zarokên xwe derdikevin. Her kes bi van zarokan diêşe, lê belê dema ku mezin bûn, kesên zerar ji DAIŞ‘ê dîtine, dema ku li van zarokan nihêrîn wê bibêjin, ‘bavê vî zarokî xizmên min kuştin. Dest avêt dayik û xwişka min’. Em qala yek an jî du zarokan nakin. Herî kêm 500 zarok di vê rewşê de ne. Xuya ye çareserkirina vê pirsgirêkê ne karekî hêsan e.”

Kontroleke cidî nîne

Dr. Nemam Ghafouri herî dawî got, “Hîna jî bazirganiya mirov û koleyan didome. Beriya her tiştî li herêmên Idlibê û deverên ku Tirkiye kontrol dike. Li Kampa Holê ku 74 hezar kes lê ne, kontroleke cidî nîne. Hinek jê bi hêsanî dikarin ji kampê derkevin û vegerin.”