
Desteya Karûbarên Civakî ya kantona Efrînê bi hevkariya komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk KPC-Demokratîk a kantona Şehba ya herêma Efrînê li kampa Şehba ya gundê Dêr Cemalê dibisatenek, vekirin.
Dibistan bi merasîmê hate vekirin. Nûnerên Desteya Karûbarên civakî, Komîteya Perwedeya Civaka Demokratîk a herêma Şehbayê, Meclîsa Malbatên Şehîdan, Hêzên Asayîşê, Meclîsa Kantona Şehbayê û Yekîtiya Jinên Azad beşdarî merasîmê bûn.
Merasîm bi rêzgirtinê destpê kir û paşê Hevserokê KPC-Demokratîk yê herêma Şehba Receb Xirfan û Rêvebera kampa Şehba Menal Xibarî axivîn. Di axaftinan de bal hate kişandin ser girîngiya ku xwendekar xwendina xwe bidomîn in û hate gotin ku fêrbûn û xwendin çeka hemû beşê civakê ye.
Piştî axaftin bi dawî bûn, zarokan dîlan gerandin û stran bi kêfxweşiya vekirina dibistanê anîn ziman.
EFRÎN