Endamên heyetê diyar kirin ku heta niha cerdevanek jî nehatiye binçavkirin û ji ber ku dê li ser bûyerê bê girtin bi fikar in. Qaymeqamê navçeyê û dozger bi heyetê re hevdîtin pêk neanî. Parlamenterê Çewlikê Îdrîs Baluken got ku heke qet prosedurên hiqûqî, qanûnî pêk nehatibe divê pîvanên dewleta hiqûqê bên pirsyarkirin. Li navçeya Kanîreşê piştî ku sercerdevanê gundê Taşlicayê Haci Alan hate kuştin, cerdevanen ev yek kiribûn hincet û êrîşî gelek mal, kargehan kiribûn û herwiha êrîşî avahiya BDP’ê û avahiya şaredariyê kiribûn.

Derbarê cerdevanan de lêpirsîn nehate destpêkirin
Sekreterê ÎHD’a Amedê Racî Bîlîcî der barê hevdîtinê de agahî da û got ku der barê cerdevanan de tu lêpirsîn nehatiye destpêkirin û BDP’iyên ku di bûyeran de mexdûr bûne hatine binçavkirin, ji ber vê yekê jî ew bi fikar in. Di hevdîtinê de walî wiha gotiyê: „Piştî ku ez ji bûyerê agahdar bûm, çûm Kanîreşê. dema ku ez li navçeyê bûn bûyer didomiyan. Piştî 5 deqîqeyan avahiya BDP’ê hate şewitandin.“ Heyetê piştî walî xwest bi qaymeqam û dozger re hevdîtinê pêk bînin. Lê qaymeqam bêyî hincet hevdîtin qebûl nekiriye. Dozger jî bi hinceta ku dosya ji Çewlikê re hatiye şandin hevdîtin qebûl nekiriye.

‘Li şûna bersûcan mexdûran binçav dikin’

Parlementerê BDP’ê yê Çewlîkê Dr. Îdrîs Baluken jî anî ziman ku wan der barê bûyerê de serî li hemû rayedaran da, lê li şûna ku bersûc bên binçavkirin û darizandin kesên ku mexdûr bûne û rastî lêdan, gefê hatine û her wiha kesên ku malêwan hatine şewitandin tên binçakirin û girtin. Balûken, xwest rayedarên dewletê li gorî hiqûqê tev bigerin û bersûcan derxin pêşberî dadgehê.

METÎN ÎNAN/DÎHA/DÎHA