Kurdên li bajarê Elmanyayê Kasselê li dijî tecrîdê dest bi greva birçîbûnê kir.
Kurdistanî li bajarê Kasselê ji bo protestokirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo piştgiriya berxwedana Leyla Guven dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û dorveger kir. Çalakî li Navenda Civakî ya Demokratîk a Kurdistanê ya li Kasselê tê lidarxistin, û gelek Kurd û dostên wan beşdarî çalakiyê dibin.
Komîteya Amadekar a Greva Birçîbûnê ji bo xurtkirina çalakiyê bang li Kurdên li Kassel û derdora wê jî kir da ku beşdarî çalakiyê bibin.
ANF / KASSEL