
Li navçeya Germiyanê Kelarê doh piştî nîvrojê di çalakiyên cuda yên mihrîcana 47’emîn ên salvegera bi navçebûna Kelar de perde li ser Peykerê Kolber bi beşdarbûna bi dehan hunermend û welatiyên Kelarê, hat rakirin. Peyker li tenişta Pîrtûkxaneya Giştî ya Germiyanê hate danîn.
Peykerê Kolber ji aliyê Peykersaz Xisrew Caf ve hatiye çêkirin. Xisrew Caf têkildarî peyker got; “Piştî ku min dît, kasibkarek ku ji bo peydekirina nan kar dikir, bi rengekî herî hovane ji aliyê rejîma herî dirinde ve hat şehîdkirin, ez gelekî aciz bûm. Ji bo wê min peyker çêkir û ev helbest ji bo nivîsî;
Kolberekî reş û rût im
Birsî, hejar û Perîşan im
Wisan jî dest ji min bernadin
Tama hêstir û gayê cot im
Ji ber vê yekê min biryar da ku peykerekê bi navê kolber li navçeya Kelar çêkim. Îro jî di 47. mihrîcana salvegera navçebûna Kelarê de perde li ser hate rakirin. Ji ber ku Kelar warê min e, min ev der ji bo peyker hilbijart. Min peyker ji hesin çêkiriye.”
SILÊMANÎ