Li navçeya Kelara Silêmaniyê di çarçoveya kampanyaya îmzayan ya ji bo 'Azadiya Ocalan û Girtiyên Siyasî' ji aliyê Partiya Çareseriya Demokrata Kurdistan (PÇDK), Rêxistina Jinên Azadîxwazên Kurdistanê (RJAK), Tevgera Hemwelatiyên Azad û Yeksan û Gencanî Welatparêz ve hate destpêkirin. Li gorî daxuyaniya ji aliyê komîteya kampanyayê ve hate dayîn, wê li seranserê herêma Germiyan kampanya were destpêkirin û pêngava yekem ya destpêkirina kampanyaya herêma Germîyan ya li navçeya Kelarêye. Kampanyaya ku duh li nava bazara navçeya Kelarê hatiye destpêkirin, ji aliyê gel ve eleqeyek mezin tê nîşakirin. Komîteya amedekar ya kampanyayê da xuyakirin kû, di rojên pêş de wê li navçeyên Dûzxurmato, Kifrî, Serqela, Rizgarî, Xaneqîn, Mendelî, Pêbaz û tevayî gundên herêm û tevayî gundên Germiyan wê kampanya ji bo 'Azadiya Ocalan û Girtiyên Siyasî' were destpêkirin.

Daxuyaniya ku ji aliyê komîteya amedekar ya kampanyayê ve hatiye dayîn de, hate gotin kû pêwîste gelê me bi germî nêzîk kampanyayê bibe da bikarîn zextê li ser welatên Ewrûpa û DYA û NY'ê bidîn kirin ku di çareseriya pirsgirêka Kurd de rolê xwe bileyzin. Hate gotin ku wê kampanya ji 5'ê Gulanê 2013 heta 15'ê Tebaxa 2013'ê berdewam bike. 

DÎHA/KELAR