Mihabad Fayîq li ser navê RJAK´ê daxuyanî xwend, got; “Bi kiryarên faşîst ên AKP’ê rê li ber hemû komkujî û darbeyên li herêmê vekiriye. Piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê, qonaxeke nû ya tecrîdkirina şidandî ya Rêberê Gelê Kurd hat destpêkirin. Jiyan, tenduristî û ewlehiya Rêber Apo ketiye metirsiyê.”
Ocalan azad nebe, çareserî nabe
Piştre jî li ser navê Şaxa 11´an a YNK’ê li herêma Germiyanê, Îbrahîm Ebdul Kerîm got; “Me ji AKP û Tirkiyeyê re ragihand ku heya ku Serok Ocalan li Îmralî be, pirsgirêka Kurd wê çareser nebe.”
Li ser navê buroya Tevgera Goran a herêma Germiyanê jî Hîwa Resûlgot; “Pêwîst e hemû aliyên siyasî nakokiyên xwe danin aliyekî û bi hev re ji bo azadiya Birêz Ocalan û herçar parçeyên Kurdistanê xebatê bimeşînin.” n GERMIYAN