Endamanên Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê pêr êvarî bi mebesta civakê di warê komploya 15’ê Sibatê ya  ku di sala 1999’an de li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk hatî, agahdar bikin, dezgehên pirtûkên Abdulah Ocalan ên li girtîgeha Îmralî û derve nivîsandine li gel bilav dikin. Her wiha ciwanan dezgehên pirtûkên Ocalan jî li nava bazara qezayê de danîne.

Endamê Komelaya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê Mahîr Hesen derbarê çalakiya xwe de got: “Em weke Komelaya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê komploya 15’ê Sibatê ya navnetewî  şermezar dikin. Li dijî komploya li hemberî Rêber Apo pêk hatî me jî dest bi bilav kirin û dezgehên pirtûkên Rêber Apo kir. Li dijî komployê wê çalakiyên me zêdetir bibin. Ji bo vê yekê daxwazê li xelkê herêma Germiyan dikim ku li hemberî komployê bibin xwedî helwest û beşdarî çalakiyan bibin. Erkê xwe yên wijdanî û ehlaqî pêk bînin.” 


DIYAR CÛMA / KELAR