Li ser zêdebûna rageşiya di navbeyna DYE û Îranê de wezîrê ji Rojhilata Navîn berpirs ê Meliuktiya Yekbûyî (Brîtanyayê) Andrew Murrison çû Tehranê û bi rayedarên Îranî re rûnişt.

Wezîrê Ingilîz Murrison ku serdana Tehranê kirî, bi Serokê Konseya Stratejîk a Têkiliyên Navneteweyî yê Wezareta Karê Derve yên Îranê, Kemal Harrazî re rûnişt.

Hikûmeta Ingilîz, şemiyê bi daxuyaniyekê ragihandibû Murrison ji bo kêmkirina rageşiya di navbeyna Tehran û Washîngtonê de wê bişînin Tehranê.

Li gorî Wezareta Karê Derve ya Ingilîz, Murrison û Alîkarê Wezîrê Karê Derve yê Îranê Abbas Aragçî jî wê li hev rûnin û wê rista Îranê ya li herêmê gotûbêj bikin û her wiha gefa rawestandina peymana nukleer jî ji mijarên minaqeşeyê ye. ingilîstan dibêje, ew bi temamî peygirê peymana nukleer e.

 

LONDON