Li bajarê Kerkûkê di rêzeteqînên rû dayî de 11 kes birîndar bûn. Berdevkê Polîsê bajar jî dibêje, armanca teqînan belavkirina tirsê di nava gelê bajêr de ye.
Pêr bi şev nêzî 10 teqînên cûr bi cûr li bajarê Kerkûkê çêbûn. Di encama teqînan de 11 kes birîndar bûn.
Derbarê teqînan de berdevkê polîsên bajarê Kerkûkê Efrasiyaw Kamîl diyar kir ku heta niha ne diyar e teqîn çi cûr in û armanca wan belavkirina tirsê ye di nava xelkê bajêr de.
Li gelek cihan teqîn
Li gorî agahiyên polîsekî Kerkûkê ku nexwest navê xwe eşkere bike, hejmara teqînan 10 e. Heman polîsî diyar kir ku 3 teqîn li ser rêya Bexda, yek li taxa Erebe çêbûne. Her wiha 3 topên hewanê avêtine Nexweşxaneya Zarokan a Kerkûkê û ew li baxçeyê nexweşxaneyê ketine. Bi wesayitekê 3 narincok avêtine taxa Şorîce.
KERKÛK/ ROJNEWS