Hêzên Ewlekariya bajarê Kerkûkê di operasyonek lêgerînê de 39 gumanbar girtin.
Hêzên Polêsên Kerkûkê pêr bi şev saet 02:00’an heya doh saet 09:00’an qedexeya derketina derve ragihand. Di heman demê de hemû hêzên ewlekariyê di amadebaşiyê de bûn.
Têkildarî rewşê Rêveberê Polêsên Kerkûkê Xebat Omer di daxuyaniya çapemeniyê de axivî û got: “Pêr bi şev operasyoneke lêgerînê li navendê polîsên Domîz, Edale, Qorye, taxa Penca Elî û Mîqdadiye hat lidarxistin. Her wiha li 20 taxên bajêr jî lêgerîn hat kirin. Operasyon bi fermana Waliyê Kerkûkê pêkhat.”
Omer diyar kir ku di operasyonê de 39 kes hatin girtin û got: “Ji wan 30 kes ji ber madeya çar ya terorê û 9 kes jî ji ber gumana hebûna têkiliyên wan bi DAIŞ’ê re heye hatin girtin. Hemû hêzên ewlekariya bajêr tevlî operasyona lêgerîna taxan bûn. Armanca wê operasyonê girtina odeyên razayî yên DAIŞ’ê li Kerkûkê bûn.” Xebat Omer di dawiya daxuyaniyê de ji penaberan xwest ku wan cihên penaberan kontrol kirine dikarin vegerin ser cihên xwe û got: “ Me di cejna Remezanê de ji bo parastina ewlekariya bajêr planek berfireh daniye.”
KERKÛK