Omer Dirêj herwiha diyar dike ku nêzî 7 mehan e ku meaşên hunermendên Kerkûkê hatiye birîn û nêzî 60 hunermendên bajêr dest ji hunerê berdane û lewma huner li bajarê Kerkûkê miriye kes nikare zindî bike.
Hunermend Omer li ser helwêsta hunermendên Kerkûkê li hember gerîlayan dibêje: “Ez canê xwe dikim fedayê gerîlayekî. Em gerîlayan piştguh nakin û me şandeyek pêk aniye ji bo ku em serdana gerîla bikin.”
Hunermendê mijara gotinê piştî 65 salan xizmetkirina bi hunera kurdî, niha ji bo debara mala xwe û kirêya malê li bazara Kerkûkê cixareyan difroşe.
KERKÛK