
Li Kerkûkê weke ku hin dest bixwazin beriya referanduma muhtemel a li Herêma Başûrê Kurdistanê, fesadiyê bikin, bûyer diqewimin. Piştî ku pêr bi şev ji avahiya Eniya Turkmen a Iraqê (ITC) gule hatin reşandin û di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 5 kes birîndar bûn, li bajêr qedexeya derketina derve hat îlankirin. Li aliyê din Hêzên Asayîşa Kerkûkê kesê gule reşandî girt. Li aliyê din Meclîsa Wilayeta Kerkûkê biryara ji wezîfeyê girtina waliyê Kerkûkê Necmedîn Kerîm red kir.
Ji bo destekkirina referanduma 25’ê Îlonê ya li Başûrê Kurdistanê, ciwan li Kerkûkê bi karwanekî geriyan. Lê belê ji avahiya partiya Eniya Tirkmen a Iraqê (ITC) gule li ciwanan hatin reşandin û di encamê de ciwanekî jiyana xwe ji dest da, 5 kes jî birîndar bûn. Li bajêr, derketina derve hate qedexekirin.
Ji avahiya partiyê gule reşandin
Ciwanan pêr bi şev saet 22:00´yan, li Kerkûkê ji bo destekê bidin referandûmê, bi wesayît û motorbisîklêtan li nava bajêr geriyan. Li ser rêya Bexdayê, ji avahiya ITC´yê gule li ciwanan hatin reşandin.
Ji ber guleyên ji avahiya ITC´yê hatin reşandin, ciwanê bi navê Raîd Ebdulqadir Ebdûrahman jiyana xwe ji dest da û 5 ciwanên navê wan nehat zanîn, birîndar bûn.
Ji aliyê asayîşa Kerkûkê ve kesek ji ber gulebarankirina karwanê ji bo piştgiriya referandûma Herêma Kurdistanê hate girtin. Asazîşê da zanîn ku kesê hatiye girtin, kesê bûyî sedema êrîşê ye.
Walî Necmedîn Kerîm e
Meclîsa bajêr a Kerkûkê biryara Parlamena Iraqê ya ji kardûrxistina Walî Necmedîn Kerîm red kir.
Parlamena Iraqê hefteya bihurî li ser pêşniyaza Serokwezîr Heyder Ebadî bi sedema ku Necmedîn Kerîm piştgiriya referanduma serxwebûnê dike, ji Meclisa Kerkûkê daxwaz kiribû ku wî ji wezîfê dûr bixin.
Piştî biryara Parlamena Iraqê, Walî Necmedîn Kerîm jî di axaftina xwe de gotibû, “Biryara parlamenê me elaqedar nake, ji bo ku ne Bexdayê xelkê bajarê Kerkûkê ez hilbijartime.”
Piştî vê daxuyaniyê doh Meclîsa Bajêr a Kerkûkê biryara parlamena Iraqê ya ji kardûrxistina waliyê Kerkûkê Necmedîn Kerîm red kir.
Di teqînekê de li Daqûqê ciwanek mir
Li aliyê din, li gundê Elbu Mihemedî yê navçeya Daqûq a ser bi Kerkûkê, wesayîta ciwanekî li bombeyekê qelibî. Di encamê de vî ciwanî jiyana xwe ji dest da. Bûyer doh piştî nîvrojê qewimî.
Fermandarê Tûgaya 9’an a Hêzên Pêşmergeyan Serkewt Elî diyar kir ku ciwanê bi navê Karwan Xazî ji ber teqîna bombeyekê jiyana xwe ji dest daye.
Serket Elî got, gelekî muhtemel e ku teqemenî ji dema çeteyên DAIŞ’ê ve, li wir mabe.
NAVENDA NÛÇEYAN
Eger alternatîfek hebe!
Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNK’ê Kosret Resûl Elî diyar kir ku eger alternatîfek hebe, baweriya wan pê bê, wê referandûma Herêma Kurdistanê bi paş ve bixin.
Li Kerkûkê doh di çalakiya ji bo piştgiriya bi referanduma Herêma Kurdistanê de Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNK’ê Kosret Resûl Elî axivî û got; “Biryara Parlamena Iraqê ya li ser ji kardûrxistina Waliyê Kerkûkê Dr. Necmedîn Kerîm biryareke siyasî ye û em şermezar dikin. Em ti hesaban ji bo vê biryarê nakin.”
Kosret Resûl Elî herî dawî got; “Eger alternatîf hebe û baweriya me pê bê, em amade ne referandûmê bi paş ve bixin. Lê divê alternatîf di bin çavdêriya navneteweyî de be.”
Van gotinan jî kir ku raya giştî ya Kurd li ser biryardariya aliyê Kurd bikeve şik û gumanê.