Koma Govendê ya Newroz li Kerkûkê komek serbixwe ye, li sala 2004’an hatiye damezrandin, ji wê demê ve bê navber çalakiyên xwe yên hunerî dewam dike.

Koma Govendê ya Newroz ku ji komek jinên ciwan û xortan pêk tê, ev 15 salin li Kerkûkê kar dike, bi hunera xwe dixwazin çanda Kurdî biparêzin. Berpirsê koma govendê jî got, tevî ku hikûmet tu alîkariyekê nade, lê ev kom bûye mîna dibistanek ji bo fêrkirina gelek komên din ên govendê.

Koma Govendê ya Newroz li Kerkûkê komek serbixwe ye, li sala 2004’an hatiye damezrandin, ji wê demê ve bê navber çalakiyên xwe yên hunerî dewam dike. Di gelek festîval û pêşbirkan de pileya yekemtiyê bidestxistiye.

18 jinên ciwan û xort

Koma Govendê ya Newroz ji 18 jinên ciwan û xortan pêk tê, di dema derketina ser dîkê de 8 ta 12 kes beşdar dibin. Têkildarî kar û çalakiyên Koma Newroz Berpirs û Rêveberê komê Bextiyar Macid axivî.

Bextiyara Macid got; “Li sala 2004’an piştî azadkirina Iraqê ev kom li bajarê Kerkûkê hate avakirin. Wê demê em wek komek ciwan me xwest em vî bajarî di warê hunerî de hinek pêşbixin û hewil bidin pêşî li windabûna çanda Kurdî bigrin. Ji berku li Kerkûkê hunera Kurdî lewaz bibû. Rejima Baas jî hewil dida çanda Kurdî li Kerkûkê tine bike.”

Armanc parastina çanda Kurdî ye

Li ser giringiya hunera govenda Kurdî Bextiyar Macid got; “Çawa ku li her welatekî hunereke cuda heye ji bo keyfxweşiyê, di nava me Kurdan de jî hunera govendê ji bo keyfxweşiyê ye. Me her tim hewil daye em çand û hunera govenda Kurdî biparêzin. Herwiha em dixwazin bi vê hunerê rê li pêşiya hunera biyanî wek rap û hîpopê bigrin tevlî çanda Kurdî neyê kirin.”

Macid di dewama axaftina xwe de balkişand ser beşdarbûna jinên ciwan û wiha domand; “Di despêkê de tu endamên me yên jin tûnebûn, lê niha cihê keyfxweşiyê ye endamên me yên jin jî hene. Di dema derketina ser  dikê de jî zêdetirî 10 kes beşdar dibin. “

 KERKÛK/ROJNEWS