Komeleya Hûnerî ya Dîcleyê, komeleyeke hûnerî û çandî ya bajarê Kerkûkê ye. Ev 14 sal in ku hatiye avakirin û bûye navendeke peydebûna hûnermendên nû. Têkildarî  xebatên hûnerî yên Dîcleyê, Rêveberê Beşa Mûzîkê Dana Tahîr got: “Komeleya me bi karê xwe yê hûnerî û çandî, dixwaze hûnerekî paqij û exlaqî pêşkêşî bajarê Kerkûkê û Kurdistanê bike. Niha hûnera Kurdî di nava krîzekî de ye. Em dibînin ku gelek cûre hûnerên biyanî yên wek rap û hîpopê xistine nava çand û hûnera Kurdî.” Tahir anî ziman ku ew dixwazin hûnereke Kurdî, paqij û xweşik pêşkêş bikin û got: “Niha li navenda me dewreya mûzîkê, dengbêjî,  xebatên mûzîkê yên ji bo zarokan, fêrbûna govendê ya her çar parçeyên Kurdistanê tê meşandin. Di demên pêş de gelek dewreyên weke  şêwekarî û şanoyê wê werin rêxistinkirin. Bi armanca karkirinê, rojane bi dehan ciwan serdana komeleya me dikin. Her wiha komeleya me di demên bihurî de gelek hûnermendên baş  û çalakiyên çandî ji bo bajarê Kerkûkê birêve birine.” 


KERKÛK