
Li bajarê Kerkûkê bi boneya Roja Cihanê ya Pirtûkan pêşangehek taybet ji bo pirtûkan hat vekirin. Tê payîn bi vê boneyê gelek çalakiyên din werin pêkanîn.
Pirtûkxaneya Giştî ya Kerkûkê dibin çavdêriya Walîtiya Kerkûkê de doh saet 10:00’an pêşangeheke taybet a pirtûkan li salona pirtûkxaneya bajêr vekir.
Rêvebera Pirtûkxaneya Giştî ya Kerkûkê Şadiye Mihemed der barê vekirina pêşangeha taybet ji bo pirtûkan de got: “Îro cara destpêkê di çarçoveya roja cihanê ya pirtûkan de li bajarê Kerkûkê çalakiyeke bi vî awayî pêk hat. Di vê pêşangehê de 10 pirtûkxane û navendên pirtûkan ji bajarê Kerkûkê beşdarî pêşangeha taybet ji bo pirtûkan bûne.”
Ji bo teşwîqa xwendina pirtûkan
Şadiye Mihemed her wiha di dewama axaftina xwe de got: “Armanca me di vê çalakiyê de şopandina xwendina pirtûkan li bajarê Kerkûkê ye. Em hewl didin ku salane pêşangehên mîna vê vekin.”
Şadiye Mihemed got: “Ez hêvîdar im di van rojan de aliyên siyasî ji bo çareseriya pirsgirêkan berê xwe bidin zimanê diyalogê û pirtûkan, ne ku berê xwe bidin zimanê hişk û nexweş.” Pêşangeh wê du rojan dewam bike û nêzîkê hezar pirtûkî tê de hatine nîşandan.
Her sal roja 23’ê Nisanê wekî Roja Cihanê ya Pirtûkan tê naskirin, ji aliyê rêxistinên UNHCO ya girêdayî Neteweyên Yekgirtî ve hatiye diyarkirin. Her sal di vê rojê de li seranserê cihanê çalakiyên cûr bi cûr ji bo balkêşana xelkê ji bo xwendina pirtûkan tên pêkanîn.
ROJNEWS / KERKÛK