
Doh bi tevlîbûna gelek komên şanoyê yên herêmî û derve li bajarê Kerkûkê Festîvala ‘Şanoya Kolanê dest pê kir. Ji Rojhilatê Kurdistan, Iraq û Îranê çend komên şanoyê jî tevlî festîvala ku wê 3 rojan bidome bûn.
Derbarê festîvalê de rêveberê komîteya amadekar a festîvalê Nejad Necim wiha peyivî: “Îro festîvala şanoya li derve destpê kir. Wê 3 rojan bidome. Wê 12 kom şanoyên xwe pêşkêş bikin. Ji bajarê Kerkûkê 4 komên şanoyê, ji bajarên Seqiz ê Rojhilatê Kurdistanê, Koyê, Hewlêr û Çemçemal wê komên şanoyê tevlî festîvalê bibin. Dîsan ji bajarê Babil bi nûnertiya Iraqê çend komek wê tevlî festîvalê bibin.”
Îsal ji derve jî kom telî festîvalê bûn
Nejad Necîm got ku doh 3 komên şanoyê di festîvalê de şanoyê xwe pêşkêş kirin û wiha peyivî: “Komek govendê jî derket pêş bîneran. Îsal li gor salên borî festîvala me cûdatir e. Ji ber îsal komên tevlî bûne, ne tenê ji bajarê Kerkûkê tevlî bûne. Ji herêm û derve kom tevlî bûne.”
Her wiha rêveberê komîteya amadekar a festîvalê de Necim derbirî ku ne hikûmet û ne jî Wezareta Rewşenbîrî û Hunerî ti alîkariyek festîvalê nekirine.
SORAN MIHEMED / ROJNEWS / KERKÛK