Çeteyên DAIŞ ê şêva din û doh danê sibehê ji eniya başûrê Kerkûkê dest bi êrîşan kirin, rastî berxwedana hêzên Kurd hatin.
Hat ragihandin ku çeteyên DAIŞ’ê li gor saeta herêmê 01.30’î li hember gund û biryargehên pêşmergeyan êrîşeke giştî pêk anîne. Gelek çeteyên ku li Meryem Beg, El Reşand û Til El Werd ji bo êrîşên întîxarî hatibûn hatin bêbandorkirin.
Li gor daxuyaniya berdevkê fermî yê eniya başûrê Kerkûkê ya ji ajansên başûrê Kurdistanê re, hat ragihandin ku di şer û pevçûnan de 2 pêşmergeyên asta jor jiyana xwe ji dest dane û birîndar jî hene. Hat diyarkirin ku ji xeta Silêmaniyê û Germiyan hêzeke mezin a pêşmergeyan sewqî herêmê hatine kirin.
Hewl dan êrîşî otalê bikin
Waliyê Kerkukê Dr. Necmeddîn Kerîm encamên êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya doh serê sibehê li hemberî Otela Qesir hewldana êrîş bikin. 3 çeteyên DAIŞ’ê yên bi wesayîta bombebarkirî êrîşî otelê kirin û paşê ketin otelê, di encama operasyona hevpar a polîs û pêşmergeyan de hatin kuştin. Ji ber rewşa awarte ya li Kerkûkê walîtiyê biryara qedexikirina ketin û derketina bajarê da.
HPG: Êrîş hate şikandin
Fermandiya HPG’ê ya Kerkûk û Mexmûrê diyar kir ku êrîşên DAIŞ’ê yên li eniya Başûrê Kerkûkê hatine destpêkirin hatine şikestin û gerîla û pêşmergeyan gelek çete kuştine.
Fermandariya HPG’ê ji ajansa Rojnews a başurê Kurdistanê re axivîn û diyar kir ku bi operasyona ku gerîla û peşmergeyan bi hevkarî pêk anîne de gundê Mekteb Xalid ji çeteyan girtine. Çeteyên DAIŞ’ê li dijî gundên Telwerdê, Miryem Beg, Mekteb Xalid êrîş pêk anîbûn û gundên Mekteb Xalid û Telwêrdê ketibûn destê DAIŞ’ê.
Fermandariyê wiha got: “Hêzên me yên HPG û YJA Star’ê vê sibehê bi armanca piştgiriya hêzên pêşmergeyan çûn gundê Mekteb Xalid. Di êrîşên ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê pêk hatin de gundê Mekteb Xalid ji DAIŞ’ê hat rizgarkirin. Di pevçûnan de 3 gerîla birîndar bûn. Fermandariyê da zanîn ku di pevçûnan de gelek çete hatine kuştin û cenaze û cebilxaneya wan hatine desteserkirin.
Dema nûçeya me dihate amadakirin li gundê Telwerdê pevçûnan berdewam dikir.
Li Celawla êrîşa întîxarî
Li bajarê Celawla ya Başûrê Kurdistanê êrîşkarê întîxarî yê DAIŞ’ê di nava pêşmergeyan de bombeyên li ser xwe teqandin. Li gorî agahiyan 7 peşmergeyan jiyana xwe ji dest da. Berdevkê hêzên pêşmergeyan ê li herêmê Berizan, diyar kir ku êrîşkarê întîxarî yê DAIŞ’ê li gundê Ebu Deracî di nav pêşmergeyan de bombeyên li ser xwe teqandiye û 7 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest da û 7 jî birîndar bûne. Hat gotin ku di nav kesên jiyana xwe ji dest dane fermandarê pêşmergeyan jî heye.
KERKÛK/CELAWLA