Li bajarê Kerkûkê bi pêşengiya Komeleya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê xwepêşandanek hat lidarxistin. Xwepêşandêr ku ji ber baxçeyê qelaya bajêr heya bazara Hesîreke meşiyan, bênavber dirûşmeyên ‘Bê Serok Jiyan Na Be’, ‘Bimire Xiyanet’, ‘Bakûr, Başûr, Rojhilat û Rojava Apo Serokê Welat’ gotin û daxwaza azadiya Ocalan kirin.
Têkildarî armanca xwepêşandanê li ser navê Komeleya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê Hûşyar Çemçemalî axivî, wiha got; “Em weke Komeleya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê me îro ji bo azadiya Rêber Apo û bi dawîbûna tecrîdê xwepêşandanek li dar xist. Em tecrîda li ser Rêber Apo bi tundî nelet û şermezar dikin.”
Em li dij tecrîdê bêdeng namînin
Hûşyar Çemçemalî wiha jî got; “Em ciwanên Kerkûkê wê li hemberî tecrîta li ser Rêberê xwe bêdeng nebin. Heya Rêber Apo azad nebe, wê Kurd û Kurdistan jî azad nebin. Îro li gelemperiya Kurdistanê ciwan ji bo azadiya Rêberê xwe li ser piyanin. Heya em negihin armanca xwe, em ê çalakiyên xwe bi dawî nekin.”
Çemçemalî bal kişande ser bêdengiya raya giştî û cîhanê ya li hemberî tecrîta li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha axivî; “Em bêdengiya raya giştî û cîhanê ya li hemberî tecrîta li ser Birêz Ocalan şermezar dikin. Em weke gelê Kurd dizanin ku çi demê dewletên dagirker û desthilatdar ên cîhanê naxwazin gelê Kurd û Kurdistan azad û serbixwe bibin. Ji bo wê jî li hemberî ew zilm û êrîşên li ser gelê Kurd bêdengin.”
Dawiyê de jî Çemçemalî got; “Li vir em ciwan cardin dibêjin wê çalaki û xwepêşandanên me yên li hemberî tecrîtê berdewam bikin. Her wiha ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê çalakiyên me yên cor be cor jî çêbibin.”
Di dawiyê de xwepêşandan bi gotina dirûşman bidawî bû.
SORAN MIHEMED/ROJNEWS/ KERKÛK