Prof. Haig: Me sala 2017´an KLAS li Bambergê çêkir. Gelekî serketî bû. Qederê 40 xwendekarî hebûn. Sala bê wê piçûktir be. Tevî Ergîn Opengîn, Cafer Şêxulîslamî, em ê konsepta dersan amade bikin.
LUQMAN GULDIVÊ
Prof. Dr. Geoffrey Haig zimanzan e û li Zanîngeha Bambergê xwediyê kursiyê beşa Zimanzaniya Giştî ye. Ji ber dibistana Payîzê ya Zimanê Kurdî û konferansên li ser zimanzaniya Kurdî ew îro jî di pratîkê de elaqedarî Kurdan û zimanzaniya Kurdî be jî, di lêkolînê de ew îro bêhtir bi mijarên din dadikeve. Lê berê, nexasim li ser zimanê Goranî, zimanzaniya civakî elaqedarî rewşa Kurdî jî xebatên wî çêbûne.
Îro jî li zanîngeha Bambergê di çarçoveya bernameya kursiya wî de dersên Kurdî di du astan de tên dayîn. Ew sala 2010´an li Bamberg dibe xwediyê vê kursiyê. Em bi Prof. Haig re li ser Dibistana Payîzî ya Kurdî, dersên Kurdî li Zanîngeha Bambergê û xebatên wî yên zanistî peyivîn.
Prof. Şêxulîslamî li KLAS2017'an dersa Soranî dide.
Berlîn bûya çêtir bû
Li ser pirsa ka çi muamele tê kirin bi Kurdî re li Kursiya wî, tevî ku yekser elaqeya xwe bi zimanê Kurdî re nîne, Haig dibêje, “Zimanzaniya giştî li Bambergê jî bi zimanî insanî re bi giştî elaqedar dibe. Ango ti sînorên mekanî nîne. Lê weke her zimanzanê giştî esasekî lêkolîna min a mekanî heye, ew jî Rojhilatê Tirkiyeyê, Îran û Iraq e. Bi salan e li ser wan deveran xebitîme. Û yek ji zimanên gelekî bi wan daketim jî Kurdî ye. Ji ber wê jî di pirsên lêkolînê yên ez didim ber xwe de ew li pêş e. Li Bambergê tiştekî tekan e heye, ew jî ew e ku kursiya me li departmana Rojhilatnasiyê hatiye bicihkirin. Serpêhatiya wê heye û piçekî jî ecêb e. Lewma hingê me dikarî biçin departmana psîkolojiyê jî. Lê min got, Kurdî ji esasên lêkolîna min e, çêtir e em li Rojhilatnasiyê bên bicihkirin. Hingê ev hat kirin jî. Em bi Lêkolînên Îranî, Erebî û Îslamî re kar dikin û bi xwe jî dikarin dersên Kurdî pêşniyaz bikin. Ji destpêkê ve jî ev ders tên dayîn. Halê hazir, hefteyê 3 dersên Kurdî ji bo Kurdî-1 û 4 ders jî ji bo Kurdî-2 tên dayîn û dersdar Baydaa Mustafa ye. Di dersekê de 3 xwendekar hene û di ya din de jî 5. Ji bo zanîngeheke piçûk li bajarekî piçûk ev hejmar jî normal e. Em li mekanekî mîna Berlîn yan jî Kolnê bûna, gumana min jê nîne, wê bêhtir xwendekar bihatana dersên Kurdî.”
Xwendekar sûdê jê werdigirin
Baş e ev ders bi kêra çi tên? Bi vê yekê jî Prof. Haig wiha dadikeve: “Ev ders weke kursên ziman tên dayîn. Lê belê çend xwendekarên me hene ku beşdarî dersê dibin û vê dersê bi zimanzaniyê re elaqedar dikin.”
Ji bo karê xwe yê zimanzaniyê giştî, Prof. Geoffrey Haig dibêje, “Erê ji berê ve min di çarçoveya lêkolînên xwe de gelek kar kir li ser Kurdî, lê her wiha li ser zimanên din ên Îranî jî. Mesela niha em kar dikin li ser Belûçî, lê belê her wiha li ser zimanên cîranê Kurdî jî yên weke Tirkî, Farsî û Aramiya Nû (Suryanî û yên din). Niha nû kîtabeke me derçû bi navê The Languages and Linguistics of Western Asia (Ziman û zimanzaniya Rojavayê Asyayê) û tê de li ser Kurdî jî agahî hene, lê nexasim jî li ser Aramiya Nû, Erebî, Tirkî, Lazî û zimanên din heye.”
Dibistana Payîzî ji bo Kurdî
Wî bi beşdariya gelek akademisyenan Dibistana Payîzî ya Dersên Kurdî (Kurdish Language Autumn School-KLAS) li Bambergê da destpêkirin, gelo ev ê dewam bike? Ew weha li vê pirsa min vedigerîne: “Me sala 2017´an KLAS li Bambergê çêkir. Pirr xweş bû û gelekî jî serketî bû. Qederê 40 xwendekarî amade bûn. Me dersên Kurmancî û Soranî dan. Weke nihêrîneke destpêkê ya li Hewramî jî me tiştin kirin. Me filmekî Kurdî nîşan da û dersa govendê da. Em niha ji bo sala 2019´an tiştekî dişibe vê amade dikin. Hîna ji sedî sed misoger nebe jî, wê li Parîsê bi hevorganîzasyona Înstîtuya Kurd a Parîsê çêbe. Lê wê piçûktir be. Axir Instîtuta Kurd wê binesaziyê amade bike. Em jî yanî, Ergîn Opengîn, Cafer Şêxulîslamî û ez, ya rastî belkî hin kesên din jî hebin, em ê konsept û naveroka dersan amade bikin. Lê wê tenê hefteyekê be û vê carê ji bo yên ku jixwe bi Kurdî dizanin be. Lê ev hîna ji sedî sed nîne.”
Axir dîsa jî di nava xwendekarên wî de yên ku li ser zimanê Kurdî lêkolînan dikin hene û hefteya bihurî xwendekareke wî ya doktorayê ya ji Başûrê Kurdistanê, teza xwe li ser zimanê Kurdî parast. Axir ew îşaret bi wê pirsgirêkê dike ku di sîstema zanîngehî ya welatên rojavayî de dike ku êdî akademî teng kiriye û dibêje, tevî ku gelek kes ji bo mastir û doktorayê miracaetî wî dikin, nexasim ji Tirkiye û Îranê, ew “mixabin” hew dikare kesên ji derve êdî qebûl bike.