Li bajarê Kîelê yê Elmanyayê, têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan civînek hat lidarxistin. Ji parêzerên Ocalan Newroz Ûysal û Mahmût Şakar weke qiseker tevlî civînê bûn.
Ûysal da xuyakirin, ku mînaka tecrîda li Îmraliyê li ti derê cîhanê nîne û got, “Îmrali girtîgehek nîne, sîstemek e. Şert û mercên avhewaya Îmraliyê gelek tehde li tenduristiya Birêz Abdullah Ocalan dike. Girtîgeha Gûantanamoyê ji aliyê binpêkirina mafên mirovan ve gelekî tê bilêvkirin. Lê belê di sîstema Îmraliyê de şert û mercên jê girantir hene.” Ûysal destnîşan kir, tecrîda li ser Ocalan tê ferzkirin ‘rêbazeke tinekirinê’ ye.
Ûysal bibîr xist, ku Ocalan rêberekî civakê ye, lewma tecrîda li ser wî tecrîda li ser tevahiya civakê ye û got: “Xwedîderketina li Birêz Ocalan ji bo Kurdan xwedîderketina li xwe ye û rawestandina komkujiyan e. Azadiya Ocalan û azadiya gelê Kurd êdî yek e.”
KÎEL