Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê doh li navçeya Kifrê ya Germiyan çalakiyek li dar xistin û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin. Çalakiya ku li ber Qewexaneya Kiltûrî ya Kifrê hate lidarxistin de bi gelek ciwan beşdar bûn.

Di çalakiyê de li ser navê Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê Aras Bacelanî daxuyaniyek da.

Aras Bacelanî di serî de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û got; "Em ji dewleta Tirk a faşîst re dibêjin, nikarin bi tecrîda li ser Rêber Apo bîr û felsefeya wî tecrîd bikin. Niha bi saya felsefeya Ocalan bi milyonan Apocî hene. Em bang li hemû gelê Kurd dikin ku li hemberî êrîşên li ser gelê Bakurê Kurdistanê û tecrîda li ser Rêber Apo heye bêdeng nemînin dikin."

Di çalakiyê de Endamê Meclîsa Giştî ya Tevgera Civaka Azadî ya Kurdistanê Şemal Xurşîd jî bal kişan ser tecrîda li ser Ocalan û got: “Zêdeyî salekê ye kes nikare biçe ligel Rêber Apo, ji ber vê yekê em careke din tecrîda li ser Rêber Apo şermezar dikin." 


 KIFRÊ/ROJNEWS