
Di çarçoveya pêngava YPG/YPJ'ê ya azadkirina Kobanê de pêr êvarê 7 gundên rojhilat, 4 gundên rojava û 2 girên stratejîk ji çeteyên DAIŞ'ê hatin paqijkirin. Di encama van operasyonan de 38 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin, hejmarek ji çek û cebilxaneyên çeteyan hatin desteserkirin.
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê der barê şerê dawî yê di operasyona azadkirina gundên Kobanê de daxuyanî da. YPG'ê diyar kir ku şervanên YPG/YPJ'ê şevê din li rojhilat, rojava û başûrê Kobanê hin gund û nuqteyên stratejîk azad kirin.
YPG'ê da zanîn ku di çerçoveya pêngava Azadkirina Kobanê de şervanên wan şevê din li rojhilatê Kobanê operasyonek berfireh li dar xistine û got: "Hêzên me di operasyona li hemberî gundên Mezra Dawid, Xirab Kortê, Çilekê, Şêran, Daulê, Têrî ve Til Hecib ên li rojhilatê Kobanê de derbên giran li çeteyan xistin. Hêzên me di encama operasyonê de gundên navbirî bi temamî ji çeteyan paqijkirin û azadkirin. Di şerê li gundê Til Hecib de 28 kuştiyên çeteyan hatine tespîtkirin. Her wiha di şerê li gundên din de jî herî kêm 10 endamê çeteyan hatine kuştin. Di operasyonên li rojhilatê Kobanê de bi giştî 38 çete hatine kuştin. Hêzên me li van qadan dest danîn ser wesaîteke bombebarkirî, wesaîteke pick-up, doçkayeke 12,5mm, 10 kalaşnîkof, 1 BKC û roketavêjek B7."
YPG'ê destnîşan kir ku şervanên wan şevê din li rojavayê Kobanê jî operasyonek li dar xistine û wiha pê de çû: "Di encama operasyonê de ku pê gundên Susanê, Doliya, Sofiyan û Agiriyan hatine azadkirin, hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehatiye zelalkirin. Şervanên me şevê din li başûrê Kobanê hin nuqteyên stratejîk ji destê çeteyan rizgar kirin. 2 girên stratejîk ên nêzikî gundê Îdiqê yê 7 km li başûrê Kobanê ji çeteyan hatine paqijkirin. Pêngava hêzên me ya Azadkirina Kobanê bi tevahiya leza xwe dewam dike."
KOBANÊ