HÊZA HESEN - ANHA/KOBANÊ
Li ser daxwaza malbatan li Kantona Kobanê beriya salekê ji bo zarokan projeya avakirina dergûşxanê û baxçeyê zarokan hat destpêkirin. Desteya Jinan a kantonê xebata projeya dergûşxanê û baxçeyê zarokan piştî salekê, bi dawî kir. Avahî ji 9 odeyan pêk tê û 4 jê odeyên dergûşxanê û 4’ên din jî yên baxçeyê zarokan in. Odeyek jî ya rêveberiyê ye. Ji bilî vê jî rûberek berfireh ji park û cihê lîstikan re hatiye veqetandin. Avahiya ku li naverasta bajarê Kobanê hatiye çêkirin têra 77 zarokan dike. Wê zarokên bi temenê 6 meh heta 6 salî pêşwaz bike.
Dergûşxane û baxçeyê rojane zarokan ji saet 8’ê sibê heta 4’ê berêvarê pêşwazî bike.
Wê meha Îlona vebe
Seroka Desteya Jinan a bajarê Kobanê Firyaz Berkel li ser mijarê got: ”Wê baxçe û dergûşxaneyê di meha Îlona de vekin. Mamsoteyên ku wê zarokan perwerde û xwedî bikin; zane û piştevaniya zarokan dikin. Em dixawazin bibin alîkar da ku dayik karên xwe bêyî astengî bikin. Rêjeya jinên karker ku di saziyên Rêveberiya Xweser de dixebitin nêzî ji sedî 78 in û ji wan jî ji sedî 45 zewicî ne. Bi vê projeyê karê dayikan hesan dibe.”