Welatiyên Kobanê dibêjin berê ji ber ku her tişt ji aliyê Tirkiyeyê dihat, pir buha bû û niha hert tişt ji berê erzantir e. Esnafan anî ziman ku lîtreya mazota berê bi 8 lîreyan bû niha bûye lîrayek. 

Piştî azadkirina Girê Spî her du kantonên Rojava Kobanê û Cizîrê gihîştin hev. Ev yek kêm be jî ambargoya li ser her du kantonan rakir. Çeteyên DAIŞ‘ê yên ku tehemul vê yekê nekirin li Kobanê qetilam pêk anîn. Lê gelê Kobanê ligel her tiştî birînên xwe dikewîne. 


Her tişt ji Cizîrê erzantir tê

Esnafên Kobanê diyar kirin ku beriya Girê Spî bê azadkirin ji ber ku hemû tiştên ji aliyê Tirkiyeyê dianîn, pir buha bûn û niha ji bilî êrîşa li hemberî Kobanê pêk hat rewşa wan, baş e. Esnafê bi navê Delîl Hemîd Hecî  bilêv kir ku bi azadkirina Girê Spî re bêhna Kobanê derket û wiha got: “Lê belê bi êrîşa dawî ya çeteyên DAIŞ‘ê re hinek tengasî çêbûn. Lê rêya di navbera her du kantonan de dîsa hat vekirin. Em niha hemû eşyayên xwe bi erzanî ji Cizîrê tînin.”


Mazot ji Tirkiye 8 lîra dihat niha 1 lîra ye

Welatiyê bi navê Hemed Seyîdqadir jî da zanîn ku berê lîtreya mazotê bi 8 lîreyan ji Deriyê Sînor ê Tirkiyeyê digirtin lê piştî Girê Spî hat azadkirin, buhaya lîtreya mazotê bû lîreyek û ev tişt vegotin: “Gel hêj jî ditirse. Lê piştî ku rêya Qamişlo vebû her tişt erzan bû. Berê 10 nan bi 70-80 lîrayê Sûriyeyê dihat kirin. Lê niha bi 20 lîreyan tê kirîn.” 

Welatiyê 65 salî yê bi navê Şukri Şêxê jî got ku bi saya YPG û YPJ’ê bajar ji çeteyan hat paqijkirin û wiha axivî: “Bi xêra şervanên YPGû YPJ’ê em niha sax in. Bejna xwe li ber şehîdan ditewînim. 4-5 roj berê rewşa Kobanê ne baş bû lê niha bajar ji çeteyan hatiye paqijkirin û rewşa Kobanê her ku diçe baş dibe.” 


HAYRÎ DEMÎR /ERSÎN ÇAKSU/DÎHA/KOBANÊ