
Bi êrîşên çeteyan ên li ser Kobanê re, perwerdeya zimanê Kurdî jî hatibû rawestandin. Lê piştî ku welatiyên çûbûn Bakûrê Kurdistanê li kampan bicîh bûn, perwerde hatibû domandin. Piştî ku navenda Kobanê ji çeteyan hate rizgarkirin û vegerê destpê kir, xebatên ziman jî dîsa vegerandin Kobanê.
Saziya Zimanê Kurdî (SZK) ya Kantona Kobanê, 10 roj beriya niha li bajar dest bi paqijî û amadekariya dibistanan kiribû. Piştî bidawîbûna amadekariyan duh dest bi perwerdeyê hate kirin.
Zarokên ku bi dilgermî û keyfxweşî hatin dibistanê, piştî xwendina sirûda Ey-Reqîp derbasî polan bûn. Perwerde di navbera 08.00 û 12.00’an de tê dayîn.
Rêveberê SZK’ê yê Kantona Kobanê Ednan Hesen bibîr xist ku ku li Kobanê 5 mehan perwerde ji ber şer û pevçûnan hatiyû rawestandin, lê li kampên Bakûrê Kurdistanê hatibû domandin.
Ednan Hesen got ku bi vegera li Kobanê re wan jî dest bi amadekariyan kirine û perwerde hatiye destpêkirin. Hesen anî ziman ku heta niha 100 şagirt hatine qeydkirin û 15 mamoste jî ders didin.
Hesen destnîşan kir ku wan di şertên zehmet de jî gel bêperwerde nehiştiye û banga li rêxistinên navnetewî kir ku alîkariya wan bikin.
KENDAL CÛDÎ/ANHA / KOBANÊ
Li Şengalê mamoste tên amadekirin
Tevgera Ziman û Perwerdeya li ser çiyayên Şengalê dewreyeke perwerdeyê ji 45 ciwanan re vekirin. Dewre li ser daxwaza Meclîsa Avakirina Êzîdiyan pêk hatiye.
Bi armanca amdekirina mamosteyên zimanê Kurdî di herêma Şengalê de, Meclîsa Avakirina Êzîdiyan a Şengalê ji Tevgera Ziman û Pewrwerdeyê mamoste xwestin. Li ser vê yekê Tevgera Perwerdeyê mamoste şandin û perwerdeya amadekirina mamosteyan dan destpêkirin. 45 ciwanên herêma Çiyayê Şengalê tevlî perwerdeyê bûne, perwerde dê 6 mehan bidome.
Perwerde bi 2 beşan tê meşandin yek ji wan di kampa Serdeşt û ya din di herêma Kursî de ye. Têkildarî perwerdeyê de Endamên Meclîsa Avakirinê ya Şengalê diyarkirin ku perwerde bi armanca parastina zarokên herêma Şengalê pêk hatiye.
Li ser perwerdeyê Endama Tevgera Ziman Gulîstan Ismaîl da zanîn ku ew bi awayekî dildarî ji bo pêşxistina ziman û zanistê têdikoşin û got ku ew ê zarokên Şengalê li her derî fêr bikin û wiha axivî: ”Ev perwedeya ma bi armanca amadekirina mamosteyan pêk hatiye. Em semîner û perwerdeyê bi liz didin meşandin. Di perwedeyê de tîpên latînî têne dayîn û ev yek dibe cihê kêfxweşiya xelkên herêmê.”
Xwendekarên ku dê bibin mamoste jî kêfxweşiya xwe anîn ziman û gotin ku armanca wan a sereke ew ku hemû xelkên herêmê fêrî zimanê xwe yê dayîkê bibin. Xwendekara bi navê Hilwa Xelef, da zanîn ku zarokên Şengalê koçber bûne û got: ”Ne dibistan hene û ne derfetên perwerdeyê peyda dibin, ji ber şer rewşa wan wiha bûye, em ji bo zarokên herêma xwe fêr bikin tevlî perwerdeyê bûne.”
ALAN ROJ/ANHA/ŞENGAL