Di bin serpereştiya navenda Çand û Hûner a Baqî Xido de, hunermendên Kobanê bi armanca piştgiriya Berxwedana Serdemê şahiyek li dar xistin.

Şahî bi beşdariya bi sedan kesî li Baxçeyê 19`ê Tîrmehê yê navenda bajarê Kobanê hate lidarxistin.

Şahiyê bi rêzgirtinê destpê kir. Paşê li ser navê navenda Çand û Hûner a Baqî Xido, Osman Bekî bixêrhatina mêvanan kir û got, “Em weke çand û huner em ê bi hunerê xwe û bi çanda xwe cihê xwe di Berxwedana Serdemê de bigirin û em ê bersiva dijmin bi hûnerê xwe bidin.”

Paşê li ser navê Desteya Edeletê, Bekirî Ceradê got, “Em bi qehremanî û lehengiya şervanên xwe li Kobanê bi ser ketin û em ê li Efrînê jî bi ser bikevin. Em ti carî dev ji Efrînê bernadin.”

Yek ji şêniyên Efrînê Xezal Şêxmûs jî axivî û diyar kir ka çawa ka dijmin li Kobanê bi bin ket, wê li Efrînê jî bi bin bikeve.”

Piştî axaftinan, hunermendan bi stranên xwe yên şoreşgerî destek da Berxwedana Serdemê ya Efrînê.

 

ANHA / KOBANÊ