
Gelê sivîl ê Kobanê bû hedefa êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên bi desteka dewleta Tirk. Di êrîşên çeteyan de bi dehan sivîl hatin qetilkirin. YPG’ê ragihand ku 30 ji êrîşkaran hatine kuştin.
Di êrîşa çeteyên DAIŞ‘ê ya bi desteka dewleta Trik de ku doh li Kobanê pêk hat jin, zarok jî di nav de bi dehan sivîl hatin qetilkirin.
Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê danê sibehê li hemberî navenda bajarê Kobanê û başûrê bajêr êrîşên hemwext lidar xistin û li ser bersiva hêzên YPG/YPJ’ê herî kêm 30 çete hatine kuştin. Navendê diyar kir ku danê sibehê saet di 04.40’an de komên çeteyan li deriyê sînor ê Mûrşîtpinarê maşînekî teqemenî barkirî teqandine û got, “Piştî vê teqandinê çeteyan li hember taxa Kaniya Kurdan, nexweşxaneya Rexistina Doktorên Sînornenas, taxa Botan û mizgefta Haci Reşat êrîş lidarxistin. Çeteyên ku cilên şervanên Artêşa Azad li xwe kiribûn, bê ser û ber gulê reşandin li ser gelê me yên sivîl ên ku zedetirê wan jin û zarok bûn û xwestin komkujiyê bikin.”
Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê destnîşan kir ku hêzên wan bi awayekî lez û bez xwe gihandine van qadan û ev agahî bi raya giştî re parve kir: “Di van qadên ku navê van derbas dibe de di navbera hêzên me û komên çeteyan de şerekî dijwar qewimî. Hêzên me li her çar cihan komên çeteyan kirin dorpeçê û piraniya çeteyan jî kuştin. Dema ev pevçûn berdewam dikir, komên çeteyan maşînekî din a teqemenî barkirî li deriyê sînor a Mûrşîtpinarê teqandin. Operasyonên hêzên me yên li ser çeteyên di dorpeçê de berdewam dikin.
Komên çeteyan, li başûre Kobanê jî, saet di 05.30’an de bi awayekî hemwext li hember gundên Berxbatan û Zerik û Girê Sevê êrişek lidarxistin. Hêzên me li vê qadê jî bi ser çeteyan de girtin û piştî şerekî dijwar çete ji vê herêmê derxistin.
Li van qadên ku navê van derbas dibe de bi qasî hat zelalkirin heta niha derdora 30 çete hatine kuştin. Dema operasyonên hêzên me bi dawî bibe, der barê encaman de agahiyên zelal wê were parvekirin.”
Dema rojnameya me dihate amadekirin hêna operasyona hêzên YPG’ê ya li dij çeteyên DAIŞ’ê berdewam dikir.
Yuksekdag: Ji Tirkiyeyê piştgiriyê digirin
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag li navenda partiya xwe di daxuyaniya çapemeniyê de êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li hemberî Kobanê nirxand. Yuksekdag bal kişand li ser serkeftina ku HDP li Tirkiyeyê, YPG’ê j îli Rojava bi dest xistiye jî û ev qatlîam wekî hewldana “tolhildanê” bi nav kir. Yuksekdag derbirî ku di demên dawî de ji ber ku DAIŞ’ê têkçûna xwe ya li hemberî YPG’ê hezim nekiriye serî li van tiştan dide û ev yek tê fêmkirin û nirxandina “Tirkiye j îli hemberî vê serkeftina YPG û YPJ’ê aciz bû. Heta niha çawa piştgiriyê dide DAIŞ’ê gelek caran bi belge derketin holê. Êdî em ne mecbur in îdiaya xwe îspat bikin. Heke ev komkujî bi piştevaniya we nehatibe kur vêyêkê şênber bikin û îsbat bikin.”
Yuksekdag sersaxî li gelê Kurd û dostên wan da û wiha axivî: “Ev êrîş û şîn tu caran me bihêz nake.” Yuksekdag bang li gelên Tirkiyeyê kir ku bi gelên Rojava re di nava piştevahiyên de cih bigirin. Yuksekdag xwest ku welatî careke din biçin sînor û dê pêşeniya înîsiyatîfekî sivîl biçe sînor bikin.
“Emê hemû hêzên terorîst têk bibin”
Hevserokatiya Kantona Cizîrê der barê êrîşên dawî yên çeteyên DAIŞ’ê û hin çeteyên girêdayî rejîma Baasê li dijî welatiyên sivîl ên bajarên Kobanê û Hesekê de daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li dijî welatiyên sivîl ên li bajarên Kobanê û Hesekê bi tundî şermezar kir û got: “Em ê bi xwîna şehîdan hemû hêzên terorîst û tarî têk bibin. Em bang li hemû pêkhateyên herêmê dikin ku destên xwe bidin hev û li dijî hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê li ber xwe bidin û rê li ber tevliheviyê bigirin.”
‘AKP’a dest ji neyariya Kurdan bernade ‘
Hevseroka KCD’ê Selma Irmak êrîşa çeteyên DAIŞ‘ê ya li hemberî Kobanê wekî operasyona tolhildanê nirxand. Irmak diyar kir ku hikûmeta AKP’ê ji ber dest ji neyariya kurdan bernade ev yek rê li ber êrîşan vedike û xwest ku dewleta tirk di vî alî de daxuyaniyê bide.
KOBANÊ/ENQERE/AMED
Ji NAV-DEM’ê banga çalakiyê
Navenda Civaka Demokratîk a Kurdên li Elmanyayê (NAV-DEM) êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li hemberî Kobanê şermezar kir û got, “Mîna duh divê îro jî, gelê me êrîşên çeteyên DAIŞ‘ê yên bi desteka Tirkiyeyê li hemberî Kobanê û şoreşa Rojava protest bike û hêzên destekê didin van çeteyan li nava raya giştî teşhîr bike.”
NAV-DEM’ê bi daxuyaniyeke nivîskî, ji malbatên mirovên di êrîşên çeteyan de jiyana xwe ji dest dane re sersaxî û ji birîndaran re jî şîfa xêrê xwest.
Mîna duh divê îro jî, gelê me êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên bi desteka Tirkiyeyê li hemberî Kobanê û şoreşa Rojava protest bike û hêzên destekê didin van çeteyan li nava raya giştî teşhîr bike.”
NAV-DEM’ê bang li tevahiya gelê Kurdistanê, şoreşger, demokrat, humanîter û derdorên alîgirê aştî û mirovahiyê kir ku xwedî li Şoreşa Rojava derkevin û li ser bingeha demokratîk heta beralîkirina êrîşan, çalakiyan lidar bixin.
DUSSELDORF