KOBANÊ / HÊZA HESEN / ANHA
Narîn Ibrahîm (36) ji şêniyên gundê Qere Muxê ye ku bi 18 km rojhilatê Kobanê ye û dayika 8 zarokan e (5 keç û 3 kur). Keça wê ya mezin 16 salî ye û ya biçûk 3 salî ye.
Xwest derfeteke kar ji xwe re peyda bike û alîkariya hevjînê xwe bike. Ji bo vê jî firina xwe ya taybet vekir.
Narîn Ibrahîm firina xwe li ser rêbaza firinên ku li Sûriyê têne avakirin, ji qermîdan ava kir û li nêzî mala xwe vekir.
Narîn rojane firinê ji saet 6:00`an heta 12:00`ê nîvro vedike. Narîn destpêkê hevîr amade dike. Ard, kuncî, reşreşik, bi ardê hûr têkel dike. Ev nan di nav şêniyên Kobanê de weke “nanê Diyarbekir” tê naskirin.
Narîn nan difiroşe şêniyên 5 gundên derdorê. Şênî nan ji firinê bi buhayê 100 lîreyên Sûriyê dikirin. Narîn rojane 400 nanan difiroşe.
Hevjînê Narînê Simko Ibrahîm cotkar e, û dema karê xwe xilas dike, tevî keça xwe ya mezin alîkariya Narînê dike. Narîn dibêje ew bi karê xwe kêfxweş û serbilind e, ji ber ku pêdiviyên malbata xwe û nan ji şêniyan re peyda dike.