Bi pêşengiya jinên rojavayê Kurdistanê, pergala xweseriya demokratîk saz dibe. Piştî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî kantona Kobanê gelek welatî neçar mabûn koç bibin. Li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê bi pêşengiya şervanên YPG/YPJ’ê berxwedaneke dîrokî pêk hat û di encamê de Kobanê bi temamî ji çeteyan paqişbû. Xebata înşayê ya ku bi pêşengiya jinan bi rê ve diçe, her ku diçe guhertinên berbiçav pêk tîne. Ji wan jinan yek jî Asya Mislim e ku li ber mala xwe dikan vekiriye. Asyayê diyar kir ku ji ber şer û rewşa koçberiyê jinan zehmetî kişand û got: “Lê belê jin niha derdikevin derveyî malê û dixebitin. Ew hişmendiya desthilatdariyê ku jin dixistin nav çar dîwaran, bi rizgarkirina Kobanê têk çû. Piştî ku Arîn Mîrkanan bi lehengî şer kir, li Kobanê jiyan yekser veguherî jiyana hevbeş. Dibe ku hinek tişt gavên biçûk bin, lê di bingeha wê de dîrok û keda hevbeş a jinan heye. Ez karê dikandariyê dikim, lê ji bo min pir bi watedar e. Ji ber ku xebitîna jinan êdî ne şerm e.” 


 KOBANÊ – ŞÛJIN