Jinên Bakurê Sûriyê yên ji hemû pêkhateyan beşdarî şahiya 8ʹê Adarê ya Kobanê bûne. Şahî bi coşeke mezin pêk hat. 

Jinên ji kantona Kobanê, Minbic, Girê Spî û Sirîn berê xwe dan Meydana Jinê ya Kobanê û tevlî meşa ku ji bo 8ʹê Adarê hatiye lidarxistin bûn. Jinên ku bi cilên gelekî rengekî cûda dabûn meşê ber bitaxa Nû ya Kobanê ve meşiyan da ku tevlî şahiya navendî ya 8ʹê Adarê ku ji aliyê Kongreya Star ve hatiye orgenîzekirin, bibin.

Bi gehandina jinên ku posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, wêneyên tekoşerên jin vekiribûn û alên kongreya Star, TEV-DEMʹê, YPJʹê û Hêzên Asayîşê hilgirtibûn, ji qadê re şahiya şahiya pîrozbahiyê dest pê kir.

Di destpêka şahiyê de beşdaran li dengê Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ê ber ku derbarê jin û azadiya wê de axiviye guhdar kirin.  Paşê Endama Kordînasyona Kongreya Star Sara Xelîl axivî û 8ʹê Adarê li hemû jinên cîhanê û di serî de şehîdên azadiê pîroz kir û got ku ev roj berxwedana jinan nîşan dide. 

Di berdewama şahiyê de Hevseroka MSDʹê Ilham Ehemed axivî û got: ʺÎro roja berxwedana cîhana azad de. Îro roja berxwedana hezaran salane, Jinan li dijî koletiyê şer kirin û bi hemû hêza xwe li ber xwe dan. Ev encama fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan e. bi saya vê fikrê jin îro di qadên şer de cih digrin û parstina xwe dikin. Jinan xwe bi qehremanî isbat kir û gelek gavên mezin avêtin.ʺ


 ANHA / KOBANÊ