Yekîtiya Rewşenbîrên Kobanê îro û sibê li Kobanê bi beşdariya nûnerên partiyên siyasî, rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen û rûspiyan komxebata yekîtiya neteweyî pêk tîne. Komxebat wê balê bikişîne ser gefên li dijî Kurdistanê bi taybetî Rojava û helwesta Kurdan a li dijî van gefan.
Hevseroka Yekîtiya Rewşenbîrên Kobanê Leyla Ebdo der barê komxebatê axivî û got, "Di komxebatê de em dixwazin pêvajoya hesas a ku welatê me tê de ye û karê divê di vê pêvajoyê de bên kirin nîqaş bikin. Di vê pêvajoya krîtîk de em dixwazin helwesta gelê xwe, siyaseta xwe û rewşenbîrên xwe binirxînin."
Leyla Ebdo bi bîr xist ku Kobanê ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurdan bajarekî sembole û got, "Li vê herêmê berdêlên giran hatin dan. Lewma gava destpêkê ya ji bo yekîtiya neteweyî bê avêtin girîng e ku li Kobanê bê avêtin."
Ji endamên komîteya amadekar a komxebatê Mesûd Mihemed jî got, "Tevî partiyên siyasî şexsiyetên serbixwe jî hatin vexwendin. Em dixwazin komxebateke berfireh be û tevî guhertinên li herêmê em dixwazin paşeroja xwe jî guftûgo bikin.”
ANF/KOBANÊ