
Xurtbûna DAIŞ´ê li Tirkiyê ye
Brauns bûyerên li Rojhilata Nêzîk diqewimin, weke jihevdeketina ferzkirina sînorên netewe-dewletan bi zora hêzên emperyalîst dibîne. Ew peymana Szkes-Picot bi bîr dixe û dibêje, helbet li aliyê din têkoşîn û berxwdana gelan li dijî vê peymanê û netewe dewletên çêkirî yên pê li ser wan hatine ferzkirin jî bi rola xwe radibin. Herçî êrîşên Dewleta Îslamî (berê weke DAIŞ dihat zanîn) e, li gorî Brauns ya diqewime ne serketina DAIŞ´ê ye lê belê serhildaneke Sunî ye li Iraqê ku elaqeya wê heye bi tepisandina Erebên Sunî ji aliyê hikûmeta Nûrî el-Malikî heta bi komkujiyan jî li Suniyên Iraqê hatiye kirin. Brauns îşaret bi hevgirtineke Sunî ya heterojen dike ku tê de DAIŞ weke hêza eskerî ya li pêş derdikeve pêş û dibêje, îhtîmal e ku Dewletûn Yekbûyî yên Emerîkayê ewqasî jî zivêr nebin ji rewşê, lewma bi vê hicûma eskerî ya Suniyan dibe ku bandora Îranê li Iraqê bişike. Ji bo DAIŞ´ê sedema xurtbûnê ne li nava Sûriyê lê belê li welatên cîranê wê ye û wiha peyivê: „Dema em berê xwe didinê, Tirkiyê ne bi tenê hişt bêastengî komên çekdar di sînorên wê re derbas bibin, wê bi sîlehan, lojîstikê û heta bi perwerdeyê destek da komên çekdar di şerê li dijî Baesê, lê belê ev destek da DAIŞ û komên weke wê di êrîşên wan ên li dijê birêveberiya xweser a Rojava jî".
‚Rojava dikare bibe modela rizgariyê‘
Dr. Nikolaus Brauns di nava vê kêşmekêşê de Rojava weke yekane rohniya demokratîk dibîne û dibêje; "Rojava dikare bi modela xwe ya xweseriyê bibe rizgariya ji vê kaosê, ji vê qirkirinê û ji destwerdana biyanî ya li herêmê." Ji ber vê jî Brauns girîng dibîne ku tişta li Rojava diqewime were fêmkirin û were paraztin. Brauns bi îhtîmam îşaret pê dike ku li Rojava li dijî modelên dîktatoriyên neteweyî û dînî yîn heta îro alternatîfeke pozîtîf tê avakirin û ev herweha avakirineke li dijî destwerdana ji derve ye jî. Dr. Brauns siyasetên emperyalîst û dewletên netewe yên parçekirina gelan û komên dînî bi bîr xistin û got, li Rojava ya tê ceribandin rêya dawîanîna li vê siyasetê ye, û weha pê de çû: „Li Rojava dewleteke netewe ya Kurd nayê ava kirin; li vir tevê pirraniyeke Kurd, hewl tê dayîn ku gelên Ereb, Tirkmen, Asûrî, Aramî jî bihewînin. Ango li şûna xwe cudakirina ji gelên cîran, pir tên çêkirin di navbera gelan de. Derfeta hemû hindikayiyan heye ku bi awayekî yeksan di avakirina birêberiya xweser de diyarker bin. Ev xwe bi awayekî bingehîn cihê dike ji siyaseta heta roja me ya îro ji derve li ser Rojhilata Nêzîk tê ferzkirin a parçe bike û lê serwer be." Bruans ji ber vê jî dibêje, Şoreşa Rojava ji bo gelek hêzan tehlûkeyek e jî.
Cihêtiya modela Rojava nayê dîtin
Dr. Nikolaus Brauns ji bo dîmenê Rojava di çapeniya rojavayî de û bi awirên siyasetvanên rojavayî dibêje, êdî pirraniya wan Rojava weke devera ku lê li Sûriyê aştî heye dibînin. Brauns weke pirsgirêkekê dibîne ku Birêveberiya Rojava weke xweseriyeke Kurd a li Başûrê Kurdistanê tê dîtin û nayê dîtin ku di navbera modela dewleta netewe ya xwe disipêre pereyên ji petrolê ya ku Mesûd Barzanî nûneriya wê dike û modela Rojava ya xwe disipêre demokrasiya xelkê, aboriya wê xwe disipêre koperatîfan û hemû gelên deverê jî di nava birêveberiyê de dihewîne.
Oryantalîzma rojnamevanan
Herçî dîmenê birêveberiya xweser a Rojava ye, Brauns dibêje, rojnamevanên ku haya wan ji tevgera rizgariya Kurd nîne û metnên Ocalan hîç nexwendine, bi awirê kesê xerîb diçin Rojavayê Kurdistanê û bi tenê jinên li dijî îslamîstên tundrew şer dikin dibînin. Brauns îşaret bi dîroka tevgera gelê Kurd a 30 salê dawî dike û dibêje, her kesê serê xwe bi vê tevgerê biêşîne wê bibîne ku azadiya jinê ji bo wê di mijara azadiyê de pirsa sereke ye. Lê ev rojnamevan seresere dinivîsin, oryantalîzmek heye. Ew bi jinan bi xwe re napeyivin. Ew nabînin ku ev jin hem li bereya şer li dijî îslamîstên tundrew şer dikin û hem jî li bereya civakî ji bo azadiya civakî şer dikin. Li gorî Brauns jixwe bereya civakî di vî şerî de bereya girîngtir e. Abdullah Ocalan û Lenin jî gotine, azadiya civakekê bi azadiya jinê di nava wê civakê de tê pîvan."
Manîpulasyon û qesd a siyasî
Bruans behsa civîneke li ser pirsa Kurd a weqfa siyasî Konrad Adenaur û Weqfa Zanist û Siyasetê ya nêzî Hikûmeta Federal a Alman dike û dibêje, "li vir pirs ev bû, em nikarin êdî bêyî PKK û PYD´ê li herêmê siyasetê diyar bikin, lê belê ti derfeta me nîne em tesîreke dîplomatîk li wan bikin. Em bi Barzanî re dipeyivin, lê li ser van herduyan bandora me ya bi rastî nîne." Di nîqaşên li vê konferansê de nîqaş hatiye kirin ku siyaseta şekir û qemçî‘ were bikaranîn da ku berê wan bidin aliyekî li gorî dilê hêzên rojavayî û weha axivî: „Hingî hat gotin, em dikarin pêşniyazî PKK´ê bikin ku em wê ji lîsteya terorê rakin heke weke em dixwazin xwe biguherîne û gefê li PYD´ê bixwin ku wê bixin ser lîsteya terorê heke li ser ya xwe bimîne. Weke encam hingê hatiye gotin, divê pirsa mafê mirovan were bikaranîn da ku berê PYD´ê bidin aliyê ji bo DYE, Ewrûpa û hêzên rojavayî dixwazin."
Zimanê HRW nebêalî ye
Dr. Brauns dibêje, helbet rapora der barê binpêkirina mafî mirovan ne bi temamî derew in û divê mirov wisa nebîne jî lê belê zimanê wê nebêalî ye. Brauns dibêje pirraniya agahiyên HRW xwe disipêrin Kurd Watchê ku ser bi partiyeke siyasî ye û bi israr dixwaze birêveberiya Rojava weke ne rewa ya yek partiyê nîşan bidin. Brauns dibêje, ew rêxistinên ku hewl didin li dijî Rojava dixwazin fikreke wisa peyda bikin ew e ku birîveberiya heyî ya civakî nabînin û wê bi yek partiyê dikin yek. Bi vê ya tê xwestin resmê dîktatoriyeke yek partiyê were avakirin.
Kobanî siberoja tevahiya Kurdistanê ye
Dr. Nikolaus Brauns dibêje, Kobanî di nava sê Kantonên Rojava de ya herî piçûk e ku di navbera du katonên mezintir de ye. Bauns îşaret bi girîngiya jeopolîtîk a Kobanî dike û weha dipeyive: "Niha êrîşî kantona herî piçûk dikin. Dikarin ji sê aliyan ve êrîşî Kobanî bikin û aliyê çaran jî ji aliyî dewleta Tirk ve dor lê hatiye girtin. Heke bi rastî jî Kobanî bikeve, êrîş wê ji wir li dijî Efrîn û Cizîrê jî pêk werin. DAIŞ stratejîk difikire. Bi sîlehên ku li Iraqê bi dest xistî yên giran, êrîşî dijberekî xwedî sîlehên sivik dike." Brauns îşaret pê dike ku Ocalan li Kobanî dest bi karûbarê xwe yê birêxistinkirinê kiriye û Şoreşa Rojava jî ji Kobanî destpê kiriye û ev jî di hedefgirtina Kobanî de xwedî dewr in. Brauns tehlûkeya li dijî tevahiya destketiyên Kurd jî bi bîr dixe û dibêje, bila PDK û Barzanî jî xwe nexapînin, heke Rojava bikeve, êrîşên DAIŞ´ê wê berê xwe bidin Kerkûk û Hewlêrê jî. Brauns weha dawî li bersiva xwe anî: „Li Kobanî mesele paraztina siberoja Kurdistanê, siberoja Rojava, siberoja Sûriyê û herî dawî jî ya tevahiya Rojhilata Nêzîk e".
LÛQMAN GULDIVE