ŞÎRÎN MIHÊDÎN / ANHA/KOBANÊ
Komîteya Sotemeniyê ya Kantona Kobanê bi hatin demsala zivistanê re mazot li welatiyan belav kiribû. Lê ji ber serma zêde mazotê têra wan nekir. Ji lewma saziya Sotemeniyê carekedin li gor pêwîstiyên welatiyan mazotê belav dike.
Mazot bi rêya kartên ku li malbatan belav kiribûn, tê belavkirin. Derdora 47 hezar kart li malbatên Kobanê û gundewarên wê hatin belavkirin.
Komîteya Sotemeniyê ya Kantona Kobanê ji her malekê re 600 lître amede kiribû û bi awayê du beşan hat belavkirin.
Rêveberê Sotemeniya Kantona Kobanê Mesûd Bozî li ser mijare axivî û got: “Demekê mazot kêm bû, lê ji ber ku hin malbatan mazot negirt. Em hewl didin mazotê bidin hemû kesên hewcedar.”