5‘emîn Mihrîcana Çand, Huner û Wêjeya Kurdî ya Rojava li Kobanê pêr dest pê kir. Mihrîcana ku bi dirûşmeya “Em hemû Efrîn in” hatî birêxistinkirin ji aliyê Yekîtiya Rewşenbîran a Rojava ve tê organîzekirin. 24 helbestvan, hunermendên şêwekar, rewşenbîr û nivîskar û komên şanoyê bi berhemên xwe di mihricanê de cih digirin. Mihrîcanê li salona Newroz a bajarê Kobanê bi beşdarbûna helbestvan, rewşenbîr, nivîskar, şêwekar, her wiha Hevseroka Meclîsa Kantona Kobanê Merwa Dirê, Rêveberên PYD û Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê dest pê kir. Êdî em li ser xaka xwe lidar dixin Hevserokê Yekîtiya Rewşenbîrên Kurd a Rojava Ehmed Hûseynî axaftina destpêkê kir û got, “Mihrîcana Rojava, vejandina çanda Kurdî ye û xûrtkirina koka pirengiya çandî ye. Piştî ku em li Elmanya mihrîcan li dar dixist, êdî em li ser xaka xwe lidar dixin û nêrînên xwe parve dikin.” Belgefîlmek li ser yekîtiyê Piştî axaftina Huseynî belgefîlmeke li ser dîroka yekîtiyê ji destpêka “Serhildana Qamişlo ya 2014” heta niha, her wiha xebatên yekîtiyê li Ewrûpa û Kurdistanê hate pêşkêşkirin. Belgefîlim ji aliyê Yekîtiya Rewşenbîrên Kurd a Rojava hatibû amadekirin. ANHA/KOBANÊ