Li rojavayê Kurdisanê gelê Kurd li aliyekî şoreşa xwe bi pêş xist li aliyê din li hemberî êrîşan xwe parast lê li aliyê din jî perwerdeya zimanê xwe dewam dikir. Dema ku êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li ser Kantona Kobanê zêde bûn û welatî ji neçarî koçî bajarên bakurê Kurdistanê kirin jî ev girîngiya perwerdeyê nehat jibîrkirin. Li konbajarên ku li Pirsûsa Rihayê û hin deverên din ku ji bo welatiyên Kobanê hatibûn vedan, perwerdeya zarokan nehat jibîrkirin û perwerdeyê bi awayekî bi rêk û pêk dewam kir. Piştî azadkirina Kantona Kobanê ji çeteyan gava yekemîn, destpêkirina perwerdeya bi zimanê Kurdî bû. Niha li gelek dibistanan, bi sedan mamoste û xwendekarî perwerdeya zimanê Kurdî tê kirin. Seroka Desteya Perwerdeyê ya Kantona Kobanê Nesrîn Kenan derbarê pergal, plansazî, têkoşîn û meşandina perwerdeyê de axivî.
Piştî rizgarkirina Kobanê we ji bo serdema nû ya perwedeyê, xebatek çawa da destpêkirin?
Di pêvejoya nû ya avakirina Kobanê de karê herî girîng avakirina civakê bû, me jî wekî desteya perwerdeyê ya Kantona Kobanê berî her tiştî xebata xwe di asta herî jor de di aliyê perwerdeyê de dest pê kir. Lewre jî di destpêkê de pêwîstî bi avakirina kadroyên perwerdeyê hebû û ji bo vê yekê jî berî vekirina dibistanan du dewreyên akademî û dewreyeke peymangehê ji bo perwerdekirina mamosteyan li ser zimanê Kurdî û materyalan hatin vekirin. Her wiha di van dewreyan de çand, exlaq û semîner li ser pedagojî û rêbazên dersdayînê jî dihatin dayîn. Bi vekirina dibistanan re mamosteyên her du dewreyên akademiyê derbasî dibistanan bûn û dewreya peymangehê jî hîna dewam dike.
Hûn gihîştin asta perwerdekirina beriya êrîşên DAIŞ’ê yan na?
Em dikarin bibêjin, tevî qelsî û kêmbûna derfetan ku ji tunebûnê dest pê kir, em gihîştin asteke diyar. Me li gorî tişta ku dihat xwestin, bernameyek da ber xwe û bi awayekî pergalî da rûniştandin. Asta perwerdeyê bi awayekî serketî me di dibistanan de da meşandin. Her wiha me karibû ji asta pêşdibistanê heta asta peymangehê perwerdeya xwe di kantonê de bida meşandin. Ev jî serketin û asta ku em gihiştine radixe ber çavan.
Niha çend dibistanên we hene yên ku we ava kirine û di wan de perwerde pêk tê?
Dema êrîşên çeteyan hema bibêje hemû dibistan jî hatin rûxandin, hilweşandin û texrîbkirin. Me li gorî derfetên xwe ji bo xwendekar careke din karibin perwerde bibin, ew ava kirin. Bi giştî li Kantona Kobanê û gundê wê du pêşdibistan û 144 dibistan û dewreyeke peymangehê hatine vekirin. Li navenda bajêr 7 dibistan hatin vekirin, ji wan çar dibistan ên navîn û seretayî ne û du dibistan jî tenê seretayî ne. Her wiha dibistanek jî ya amadehî ye û du jî pêşdibistan in. Li gundan 137 dibistan hatin vekirin 10 dibistan ên navîn in û du jî yên amadehî ne her wiha 125 dibistan jî yên seretayî ne.
Hejmara xwendekarên ku perwerdeyê dibin çend e û çend mamoste hene?
Hejmara xwendekarên ku di van dibistanan de tên perwerdekirin 15 hezar û 566 e , 8 hezar û 60 ên gundan in û 7 hezar û 506 ên bajar in.
Mamosteyên ku li dibistanan xwendekaran perwerde dikin 690 in, ji bilî yên saziyan û her ku diçe hejmara xwendekaran zêde dibe ji ber ku bi rojan malbat ji Bakur vedigerin cih û warên xwe. Yên ku ji ber êrîşan ji neçarî koçî Bakur kiribûn.
Ji bo demên pêş di bernameya we de çi planên we hene?
Ji bo xebata giştî ya sala nû ya 2016’an di plansaziya me de vekirina dewreyeke nû di peymangeha Şehîd Zozan Yûsif de heye. Ji bo amadekirina mamosteyên polê û vekirina peymangeheke nû ya pîşeyî û branşan bi navê Ş. Gîvara plansaziya me heye. Her wiha vekirina dewreyeke akademîk ku lê wê dersên wêjeya Kurdî, dîroka Kurdistanê, jinelojî û hwd dê were dayîn amadekarî tên kirin û kadroyên wan tên amadekirin.
ZEYNEL BULUT