Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê da xuyakirin, ku êrîşên çeteyên DAIŞ‘ê, berxwedan û operasyonên YPG/YPJ’ê yên li Kobanê, di roja 118’an de bi pevçûnên dijwar dewam kir.
Navendê ragihand ku hêzên YPG/YPJ’ê li hember çeteyan serdestiya xwe diparezin û di nava bajêr de bi pêş de diçin. Der barê encamên pevçûnên roja 118. de Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê ev agahî bi raya giştî re parve kir: “Şervanên me yên YPG/YPJ şevê din li eniya başûrrojhilat li hember hin nuqteyên çeteyan dagirkiribûn operasyonek lidar xistin. Di operasyona ku nuqteyên çeteyan ên li rojhilat û başûrê Serincê Avê hedef hatin girtin de çeteyan windahiyên giran dan. Hêzên me li vê qadê 2 kolanên din ji çeteyan rizgar kirin.
Bi qasî ku hatiye zelalkirin li vê qadê 27 çete hatine kuştin. Hêzên me tevî 7 termên çeteyan dest danîn li ser 21 kleş, 67 şarjorên kleşê û 16.840 fîşekên wê, 2 BKC û 7.000 fîşekên wê, 1 roketavêja B7 û 4 guleyên wê, 2.600 fîşekên AKC, 628 fîşekên doçka 12,5, 148 fîşekên doçka 23, 74 fîşekên 14,5, 20 fîşekên G3, 61 guleyên hawana 60 mm, 5 guleyên hawana 82 mm, 3 guleyên topa 57, 18 bombeyên destan, 12 rext, 2 êlekên ji pola, 1 êleka çalakvanên xwekuj û 1 bêtel.”
Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê her wiha ragihand ku îro saet di 09.00’an de şervanên YPG/YPJ li nêzî gundê Tiwêna ê ser bi Hesekê li hemberî çeteyan çalakiyek lidar xistine. Navendê diyar kir ku di çalakiyê de çeteyek hatiye kuştin.
ANF/KOBANÊ
Li Mexmûrê zêdetirî 20 çete hatin kuştin
Şerê li gundê Sultan Ebdullah ê nêzî Mexmûrê bê navber didome û zêdetirî 20 çeteyên DAIŞ’ê di encama operasyona hevpar a HPG û pêşmergeyan de hatine kuştin.
Li gor agahdariyên ku fermandarên HPG’ê li Mexmûrê dane RojNewsê, li gundê Sultan Ebdullah ê nêzî Mexmûrê ji aliyê endamên HPG/YJA Star û pêşmergeyan ve operasyonekî mezin hatiye lidarxistin. Fermandarên HPG’ê diyar kirin ku şerên herî dijwar li gundê Sultan Ebdullah birêve diçe. Li gor agahdariyên ku fermandarên HPG’ê dane RojNewsê, zêdetirî 20 çete hatine kuştin û termê 7 çeteyên DAIŞ’ê jî di destê wan de ne. Ev du roje li gundên Mexmûrê û nahyeya Giwêre şer û pevçûnên dijwar di navbera hêzên Kurd û çeteyên DAIŞ’ê de didomin.