Li gorî malpera fermî ya YPG’ê bi daxuyaniyek nivîskî weşand wiha ye: “Berxwedana rûmetê ya yekîneyên me û gelê me li Kantona Kobanê di roja xwe ya 11’emîn de berdewam dike. Bi armanca sekinandin û şikandina êrîşên hovane ya çeteyên DAIŞ’ê li ser gelê me hêzên me bi hemû derfetên xwe û sekna xwe ya fedayîtî bê teredût li ber xwe de didin û rihê qehremantiyê didin nîşandan. Di 24’ê Îlonê de çeteyên DAIŞ’ê ketin kemînê yekîneyên me li gundê Girê Dolê ya ku dikevê Rojavayê Kobanê de, di encamê de 4 çete hatin kuştin û gelek birîndarî çêbûn.” YPG ragihand ku di heman demê de di eniya rojava de çalakiyek bi bandor pêk anîne û got, li derdora gundê Girê Dolê pevçûn derket û yekîneyên me girên li derdorê gundê Tel Dolî ji destê çeteyan derxistin. Li silsileya girên Siftik çeteyan hewl dan pêş bikevin, lê rastî berxwedana hêzên me hatin, di encamê de çete şikestin. Şer û pevçûn derketin û çete ji wan giran dûr ketin.

Li Susanê hewldanên êrîşeke çeteyên DAIŞ’ê berdewame. Lê rastî bersivdayîna yekîneyên me tên û şer û pevçûn hîn jî berdewame. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku li eniya Başûr çalakiyek li ser gundê Îdeq ê çeteyên DAIŞ’ê tê de xwe bi cih kiribûn li dar xiste. Di çalakiyê de 15 çete hatin kuştin, 5 cenazeyên wan ketin destê yekîneyên me û 5 çekên keleşnîkof desteserkirin. Êrîşên komên çete li ser Mişenûr û gundê Şêranê berdewam dike û şervanên YPG´ê bersiv dan çeteyan. Komên çeteyên DAIŞ’ê topên hewanê avêtin Kobanê.
YPG ragihand ku di şer de 8 şervanên wan bi qehremanyek mezin li cihên cuda cuda yên li Kobanê şehîd ketine. Her wiha li hember çeteyên DAIŞ’ê yên ku dixwestin êrîşî Rebîa bikin kemînek hat danîn. Di encama kemînê de 3 çete zêdetir hatin kuştin. 

KOBANÊ