Di nava kuştiyan de Emîreke çeteyan jî heye. Li aliyê din çeteyên DAIŞ‘ê gundên Dugirman û Talik ên rojavayê herêmê, gundên Cirin, El-Huriyê û Kupirlik ên rojhilatê herêmê bi çekên giran topbaran kirin. Li van gundan di navbera şervanên YPG’ê û çeteyên DAIŞ‘ê de pevçûn derketin. Çavkaniyan destnîşan kirin ku DAIŞ li başûrê herêmê çeteyên xwe kom dike û amadekariyên êrîşeke mezin li dijî gundên herêmê dike. Navenda Çapemeniya YPG’ê di  malpera xwe ya fermî de daxuyaniyek da û ragihand ku yekîneyên YPG´ê li rojavayê bajarê Serêkaniyê li dijî çeteyên DAIŞ‘ê çalakiyeke bibandor lidar xistine. Di encamê de du tirimpêlên çeteyan hatin rûxandin, 5 çete hatin kuştin û 7 jî birîndar bûn. YPG’ê ragihand ku wan li dijî baragehên çeteyên DAIŞ‘ê yên li gundê El-Rawiyê û Dehmaa û deverên derdorê yê rojavayê bajarê Serêkaniyê ku ji 13’ê tîrmehê ve ji bo piştgiriya bi herêma Kobanê re hatiye destpêkirin hê jî dewam dike.

NAVENDA NÛÇEYAN