Derb li çeteyan dan
Navenda Çapemeniyê ragihand ku li eniya rojhilat şer li herêma Kaniya Kurdan, kolana şaredariyê û qada azadiyê giran bûye û destnîşan kir ku şervanên YPG/YPJ'ê li vê eniyê derbên giran li çeteyan dane. Hat ragihandin ku di 24 saetên dawî de, bi qasî ku hatiye tespîtkirin li herêma Kaniya Kurdan 18, li derdora qada azadiyê jî 9 çete hatine kuştin. Di dewama daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn: "Komên çete hewl dan bi wesayîteke bombebarkirî li derdora kolana şaredariyê êrîş pêk bînin, lê êrîş hatiye bêbandorkirin û wesayît di nava çeteyan de hatiye teqandin. Hêzên me li vê herêmê 1 BKC, keleşkovek û alavên leşkerî yên çeteyan desteser kirin. Şerê li vê herêmê dewam dike."
Li eniya başûr 7 çete hatin kuştin
YPG'ê da zanîn ku li eniya başûr jî şer bê navber dewam dike û wiha pêde çû: "Li vê herêmê wesayîtek ku doçka li ser bû hatiye rûxandin, bi qasî ku hatiye tespîtkirin 7 çete hatine kuştin. Di şerê 24 saetên dawî de 4 hevalên me yên bi lehengî şer kirin, gihiştin şehadetê."
Li Serêkaniyê 4 çete hatin kuştin
YPG'ê ragihand ku li rojavayê Serêkaniyê, di navbera gundê Zinka û xeta ser sînor de li dijî çeteyên DAIŞ'ê çalakiyek hat lidarxistin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku bi qasî hatiye tespîtkirin di çalakiyê de 4 çete hatine kuştin, yek jî birîndar bûye.
NAVENDA NÛÇEYAN