Şervanên YPG/YPJ’ê li Kobanê derbeyan li ser derbeyan li çeteyan didin. Di şer û pevçûnên dawî de 21 çete hatin kuştin. Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku êrîşên çeteyên DAIŞ‘ê bi armanca dagirkirina Kobanê di roja 110’an de dewam dike.
YPG’ê da xuyakirin pêşdeçûna hêzên wan di nava bajer de didome û wiha hat gotin, “Roja berê şervanên me yên YPG/YPJ bi operasyonekê Serincê Avê azad kiribûn. Ew operasyona şervanên me şeve din jî berdewam kir û derbên girîng li çeteyan xistin. Hêzên me di navbera Serince Avê û Gire Miştenur de 2 kolanên din ji çeteyan paqij kirin û hîn nuqteyên çeteyan rûxandin. Komên çeteyan a ku li hember pêşketina hêzên me bêçaretiyê dijîn bi êrîşên intixarî hewl didin encam bigirin. 2 çeteyên ku dixwestin êrîşen întixarî lidar bixin hatine kuştin. Komên çeteyan xwestin bi wesayîtek bombebarkirî jî êrîşekê lidar bixin. Bi encama mudexaleya hêzên me 2 çalakvanên întixarî neçar man wesayîtê berdin û birevin, lê hêzên me ew her 2 çalakvan jî kuştin û wesayît teqandin.
Di vê operasyone de 21 kuştiye çeteyan hatiye tespîtkirin. Hêzên me tevî 6 termên çeteyan, dest danîn li ser 10 kleş û 40 şarjorên kleşê, 7 bombeyê destan û 7 raxt.
3 rêhevalên me yên ku serkeftîna operasyone de rolek girîng listîn bi qehremanî şer kirin û gihiştin şehadetê.”

Li Serêkaniyê şer

Navenda Çapemeniya YPG’ê têkildarî şer û pevçûnên li Serêkaniyê rû dan jî got, “Duh piştî nîvro çeteyên DAIŞ’ê li hember çeperên şervanên me yên YPG/YPJ, li nêzikî gundê Alya ya ku dikeve 25 km başûrê Serêkaniyê êrîşek lidar xistin. Piştî êrîşê ya ku tevî panzerek û bi wesayîtên doçka hatiye lidarxistin li qade pevçûnên dijwar rû dan. Hêzên me panzer tevî çeteyên di nav de rûxandin û wesayîtek doçka 23 li ser derbkirin. Kuştiyên çeteyan ên di nav panzerê de nehatiye zelalkirin, lê pevçûnan de 6 kuştiyê çeteyan hatiye tespîtkirin.”




Li Şengalê 2 çete hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê diyar kir ku Pêngava Azadkirina Şengalê dewam dike. Hat ragihandin ku di şer û pevçûnan de hatiye tespîtkirin ku 2 çete hatine kuştin, 3 wesayît jî hatine derbkirin. HPG’ê  ev agahî da: “1’ê çileyê danê êvarî li hember çateyên DAIŞ’ê yên li navenda Şengalê bicih bûne, hêzên me yên gerîla çalakiyên sûîkastê li dar xistine. Di encama van çalakiyan de 2 çete hatine kuştin. Di heman rojê seatên şevê de li Serê Sûkê li hember wesayîtên çeteyan ên di nav tevgerê de bi çekên giran çalakiyek hatiye lidarxistin. Di vê çalakiyê de 3 wesayîtên çeteyan hatine derbkirin.“

ŞENGAL